BI DÎMEN

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kûrûpinar li Pazarcixê hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aysel Kûrûpinar (Besê Tolhildan) a li bejahiya Mûşê di şerê roja 2'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, roja 20'ê Tebaxê li gundê Mîlyanli yê navçeya Pazarcix a Mereşê hat veşartin.

Gerîlaya YJA Starê Kûrûpinar di sala 2008'an de ji Ewropayê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û piştî 2 salan li nava xebatên ciwanan cih girt, di sala 2010'an de berê xwe da Kurdistanê. Kûrûpinar di 2'ê Tebaxê de li bejahiya Mûşê di şer de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Kûrûpinar, li gundê Mîlyanli yê navçeya Pazarcixê bi merasîmekê hat veşartin.

Malbat, xizmên wê û gelek endamên rêxistinên HDP'ê yên Dîlok û Mereşê beşdarî merasîmê bûn.

Li dû veşartina cenaze, ji bo 3 rojan li gund konê sersaxiyê hat vedan.