Cenazeyê Şehîd Raîfe Kûtlak radestî malbata wê hat kirin

Cenazeyê gerîlaya YJA Star'ê Raîfe Kûtlak a li Bestayê şehîd bû, radestî malbata wê hat kirin. Tevî ku cenazeyê Evîn Encu ji aliyê malbata wê ve hat teşhîskirin jî, nehat dayîn.

Li herêma Bestayê ya Şirnexê di 22'ê Çileyê de, di navbera gerîlayên YJA Star'ê û leşkerên Tirk ên dagirker de şer qewimîbû. Di şer de 6 gerîlayên YJA-Star’ê şehîd bûn û cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Duh 3 cenaze radestî malbatan hatibûn kirin.

Ji 3’ê cenazeyên ku li nexweşxaneyê yek jê yê Raîf Kûtlak bû. Îro malbatê cenazeyê Kûtlakê teşhîs kir û ber bi Wanê ve rê ket.

CENAZEYÊ EVÎN ENCU NEHAT DAYÎN

Her wiha ji van cenazeyên ku li benda teşhîskirinê ne, yê gerîlaya YJA-Star’ê Evîn Encuyê jî hat teşhîskirin. Lê belê hat gotin ku ji malbatê re hatiye gotin ku heya şîna cerdevan Nîmet Encu yê di heman şerî de miribû û apê Evîn Encuyê ye, neqede wê cenazeyê Evîn Ecnuyê nedin.

Ji xeynî cenazeyê Encuyê, cenazeyekî din jî li benda teşhîskirinê ye.