Cenazeyê 3 şervanan hatin veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmet Husî û şervanên Erka Xweparstinê Ciwan Hacî li Kobanê û Haçim Xidir Ebas bi merasîmekî girseyî li Tibespiyê hatin veşartin.

JI BO ŞERVANÊ QSD’Ê HUSNÎ LI KOBANÊ MERASÎM

Bi sedan welatiyên bajarê Kobanê û Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û TEV-DEM′ê cenazeyên şervanê QSD′ê Ehmed Husnî û Endamê Hêzên Xweparastinê Ciwan Hacî ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG/YPJ′ê Berxwedan Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Endama TEV-DEM′ê Hedle Hesen jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest, soza şopandina rêya şervanên azadiyê da û piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê kir.

Piştren nasnameyên herdu şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin

Her wiha nasnameyên gêrîllayê HPG′ê Mehmûd Şêx Ehmed (Bekir Koban) û şervanê QSD′ê Ednan Osman hatin eşkerekirin.

CENAZEYÊ ŞERVANÊ ERKA XWEPARSTINÊ EBAS LI TIRBESPIYÊ HATE VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên bajarê Tirbespiyê jî cenazeyê Endamê Hêzên Xweparastinê Haçim Xidir Ebas ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevseroka Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, bi navê malbatên şehîdan Mihemed Zekî û bi Fermandarê Hêzên Xweparastinê Ayid Hisên, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û bal kişandin ser girîngiya yekîtî û hevgirtina li hember êrîşên dijmin û parastina destkeftiyên ku şehîdên azadiyê bidest xistine.

Di dawiya merasîmê de, nasnameya şervan hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyê Ebas li goristanê hat veşartin.