BI DÎMEN

Cebilxaneya li Çiyayê Kolikê bi dest hat xistin

Piştî ku Çiyayê Kolikê bi pêşengiya YBŞ/YPJ Şengal û bi desteka hêzên HPG/YJA Starê di 26'ê Mijdarê de hat azadkirin, hejmarek girîng cebilxane hatin bidestxistin.

Piştî ku Çiyayê Kolikê bi pêşengiya YBŞ/YPJ Şengal û bi desteka hêzên HPG/YJA Starê di 26'ê Mijdarê de hat azadkirin, hejmarek girîng cebilxane hatin bidestxistin. Her wiha tanka avê ya li binê erdê hatibû veşartin û hundirê wê bi teqemeniyan hatibû dagirtin, ji aliyê hezên YBŞ/YPJ Şengalê ve hat rûxandin.

Cebilxaneya di encama operasyona azadkirina Çiyayê Kolikê de bi dest hat xistin, bi vî rengî ye:

"1 çeka SPG-9 û 6 roketên wê,
1 hawana ji 82'yî û 35 roketên wê,
2 hawanên ji 60'î û 33 roketên wê,
1 hawana ji 120'î û 16 roketên wê,
2 dokçkayên ji 12,5'î, 10 qutî fîşek û 2 zincîrên wê yên ji 70 fîşekî,
3 çekên BKC, 5000 fîşek û 10 zincîrên wê,
3 çekên B-7, 18 roket û HV ya wê,
16 çekên Kalaşnîkov, 2000 fîşek, 50 jarjor û 4 rextên wê,
2 çekên Karnas,
2 debance,
30 narincok,
3 cîhazên biçûk,
1 dûrbîna bi rojê,
1 wesayîteke întixarî ya li binê axê hatiye bicihkirin."

Her wiha tankereke avê ya bi teqemenî dagirtî ku li binê erdê hatibû veşartin, ji aliyê hêzên YBŞ û YPJ Şengalê ve hat rûxandin.