CDK-F bersiv da Serokwezîrê Fransayê
CDK-F, bersiv da daxuyaniyên rojên dawî yên Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls.
CDK-F, bersiv da daxuyaniyên rojên dawî yên Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyayiyekê bersiv da gotinên Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls, ku piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê di qenala televîzyon Canal+ de dabû. Valls di axaftina xwe ya li wir de diyar kiribû ku 20 hezar kesên gefê ewlekariya Fransayê dixwin hatine qeydkirin, ji van 10 hezar ji DAIŞ û komên radîkal in, yên mayî jî ji PKK, Tamîl û gelên din in.
'GOTINÊN VALLS EGER NE GOTINEK BÊHEMDÎ BE, HINGÎ ŞAŞIYEKE GELEKÎ MEZIN E'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna PKK'ê ya li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê dimeşîne û hat gotin, "Gelê Kurd ê ku îro mexdûrê herî mezin ê terora DAIŞ'ê ye, pênasekirina wan weke xeteriyekê ji bo Fransayê, bilêvkirina navê PKK'ê û DAIŞ'ê li heman cihî, me û gelê Kurd gelekî êşandiye. Halbûkî her kes gelekî baş dizane ku PKK û gelê Kurd gel û partiya herî zêde ji hovîtiya DAIŞ'ê dikişîne ye. Lewma ev axaftina Serokwezîr Birêz Manûel Valls eger ne gotineke bêhemdî be, hingî şaşîtiyeke gelekî mezin e. Em van daxuyaniyên Birêz Manûel Valls, beriya her tiştî li hemberî berxwedêrên jin û mêr ên Kurd ên li dijî barbariya DAIŞ'ê bi lehengî li ber xwe didin weke şaşîtiyekê û li hemberî bi deh hezaran Kurdên di oxira azadî û parastina welat û rûmeta xwe de jiyana xwe ji dest dane, weke heqaretê dibînin. Halbûkî Serokkomarê Fransayê Birêz Hollande, ji bo Kobanê ya bûye bajarê berxwedanê yê cîhanê gotibû 'bajarê şehîd' û soz dabû ku neteweya Fransa wê bi Kurdan re li dijî barbariya DAIŞ'ê têbikoşe. Bi rastî jî di şerê li dijî DAIŞ'ê de xwîna gelên Kurd û Fransayê tevlîhev bûye û ji ber vê yekê jî êşên xwe hevpar e. Lewma em li bendê ne ku Serokwezîrê Fransayê Birêz Manûel Valls van gotinên xwe yên bêşensî vekişîne û rewşê rave bike."