'Çarşema Sor roja afirandin û aşitiyê ye'

Koordinasyona Meclisên Gundê Êzidî yên Bakurê kurdistanê û Ewropa, cejna Çarşema Sor pîroz kir û wiha got: “Li gorî mîtolojî û baweriya Êzidiyan Cejna Çarşema Sor roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û berketa axê, afirandin û aşitiyê ye."

Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakurê Kurdistanê û Ewropa bi daxuyaniyêkî nivîskî Cejna Çarşema Sor li tevayî gelê Êzidî pîroz kir.

Di destpêka daxuyaniya Koordînasyonê de wiha tê gotin:"Kesên xwedeperêst, rojpestên hêja, heskiriyên mirovatî û civaka xwe, waye Çarşema serê Nîsanê li ber deriye û her sal li gorî nirxên xwe yên hêja ji aliyê Civaka Êzidî ve tê pîrozkirin. Li gorî mîtolojî û baweriya Êzidiyan Cejna Çarşema Sor roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û berketa axê, afirandin û aşitiyê ye."

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:

"Tawûsê Melek ku ji aliyê xwedê ve şandiye ser ruyê cîhanê ku her derê wê ava bekê. Cîhan salekê ji aliyê melekan ve tê xemilandin. Di vê demê de roj û şev, meh û demsal tên afirandin. Ji ber ku her demsalek reng û wateyek wê heye, Tê bawer kirin ku piştî xemla cîhanê ya salekê cîhan ji aliyê Tawisî Melek ve zindî dibe û tê bi ruh kirin. Lewma jî li gelek Êzidî wê rojê weke cejna Tawûsê Melek binav dikin.

RENGÊ SOR PÎROZE Û RENGÊ JIYANÊ YE

Di baweriya Êzdiyan de rengê sor pîroz e û rengê jiyanê ye. Çarşema Sor navê xwe ji vê pîrozê girtiye. Di Çarşema Sor de guneh tên efûkirin, dawî li şer û xeyidînê tên û wek roja aştiyê tê qebulkirin.

Şêx Hadî di gotarek ya xwede wiha dibêje

Çarsem rojeke fadilê,                

Tawûsê Melek afirandiye ji eșq û dilê,

Dêng yêke û hezar rêngê                           

Di vê cejnê de, basimbar jî tê çêkirin.

Wata basimbar xêr, berket, pêşî lê qeda û bela ye tê girtin. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, li ser zad û zeviyê te danin, her tiştekî piroz û navdar ve tê girêdan. Basimbar ji rengên cur be cur tê çekirin.

Di Çarşemê de hêk tên sorkirin. Rengê sor ê pîroz, bi hêkên pîrozre dibin yek. Ew Hêkê sor dibe berekêt li nav mal û zeviyan digerê. Hêk dinya bixwe ye, Hêk bingeha hemû ruhleberên dinyê ye, tov e, toxim e, bizr e. Hêk Adem e Hawa ye, hemû ruhberên li ser dinyê ne, gul û kulîlk in, dar in û hwd."

MEHA NÎSANÊ BÛKA SALÊ YE

Di dawiya daxuyaniya Koordînasyona Meclisên Gundê Êzidiyê Bakurê kurdistanê û Ewrupa de wiha tê gotin: "Meha Nîsanê, hem jî despêka şînbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye. Di meha Nîsanê de Êzîdî bûka dernaxin, ji ber bûka salê bixwe meha Nîsanê ye. "