Çalakiyên gerîlayan berdewam dikin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star dewam dikin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 28’ê Gulanê saet 12:00’an de hêzên gerîla li hember artêşa TC ya li derdora Girê Şehîd Lezgîn, Kurkê Omeriya û Şehîdanê yên li ser sînorê Navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyeke berfireh li dar xistine.

HPG’ê têkildarî detayên çalakiyê ev agahî dan: “Li Girê Kurikê Omerya hewldanên leşkeran a bi dizî ketina qadê û li qadê bicihbûnê pêş ketin. Li ser vê hêzên gerîlayên me; bi awayekî bi bandor li leşkerên ku li qadê bi cih bûn xistine. Li girê Şehîdan jî hêzên me ji sê baskan ve çalakî li dar xistin, 8 çeper îmha kirin, 28 leşker kuştin. Her wiha tankek kirin hedef û bi çekên navîn û giran lêdan û îmha kirin. 4 leşkerên tê de jî, hatin kuştin. Di çalakiya di vî girî de bi awayekî fedaiyane hevrêyên me Viyan Bahoz û Herekol Sipertî şer kirin û bi awayekî qehremanî şehîd ketin.

Yekîneyeke cuda ya gerîlayên me; bi awayekî bi bandor bi çekên giran li leşkerên ku li derdora girê Şehîd Lezgîn bi cih bibûn xistin. Li vir tankek hate rûxandin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Di operasyonan de ji 40’î zêdetir leşker hatin kuştin.”

BALAFIRÊN ŞER GIRÊ ORTÊ BOMBE KIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “hêzên artêşa Tirk ên girêdayî Qereqola Kanî Masî ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ye û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê cih digire, 29’ê Gulanê saet 17:00’an ber bi qada Girê Ortê ya herêma Metîna a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ketin tevgerê û li bejahiyê ketober gule reşandin. Piştre qereqola Kanî Masî heta saet 21:00’an Girê Ortê bi hewan, obusan bombe kirin. Li dijî vê hewldana artêşa TC’yê hêzên me demildest bersiv dan û artêşa TC vekişiyaye.”

HPG’ê di berdewamiyê de ev agahî parve kirin:

‘8 GERÎLAYÊN ME BI KOMPLOYEKÊ HATIN ŞEHÎDXISTIN’

“23’ê Gulanê mabeyna gundên Kertînîz û Zevkan ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, 8 gerîlayên me şehîd ketine. 25’ê Gulanê artêşa TC bi helîkopterên Skorsky hatin herêmê û cenazeyên 8 hevriyên me rakirin. Li vê herêmê ti şer nehatine kirin û 8 gerîlayên me bi komployeke mezin hatine şehîdxistin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn berdewam dikin. Agahiyên zêdetir yên der barê hevrêyên me yên şehîd de wê paşê bi raya giştî re werin parvekirin.

LI OREMARÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

29’ê Gulanê saet 14:00’an gerîlayên me li hember qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de tankek hate rûxandin; batariya obusekê û barakayek li gel tankê jî hatin texrîbkirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên ku li Geverê şehîd ketine hate lidarxistin.

LI PAYÎZAVA LI PANZERÊ HATE XISTIN

19’ê Gulanê  saet 04:30’ê sibehê di navbera yekîneyeke gerîlayên me yên ku li bejahiya navçeya Payîzava a Wanê li ser wezîfeyê bûn û artêşa TC de şer derket. Li vir panzerek kirin hedef û bi awayekî bi bandor lê dan. Di panzerê de 4 leşker hatin kuştin. Cih bi cih şerên ku derketin heta sibeha 20’ê Gulanê jî berdewam kir. Dîsa li hember komek leşkerên Fermandariya Payîzavayê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Fermandarê tabûrê birîndar bûye. Di vê operasyonê de 2 hevrêyên me heta guleya xwe ya dawiyê şer kirin. Di encama şer û operasyonê de bi giştî qasî ku hatiye zelalkirin 5 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn. Her 2 hevrêyên me heta guleya dawiyê şer kirin û şehîd ketin.

18’ê Gulanê 21:00’ê şevê gerîlayên me wesayîta zirxî ya akrep ya di navbera gundên Şêx û navçeya Peyîzava de kirin hedef û lê xistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştre yekîneyên leşkeran li vir derketin operasyonê.

Ji 29’ê Gulanê heta niha hêzên dijmin di navbera gundên Bilbes, Serkare û Kato Pirazayê xebatên kemînê dimeşînin. Kemînên dijmin hê jî didomin.”

NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYAN

Nasnameyê gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Viyan Bahoz
Nav û Paşnav: Cemîle Sunger
Cihê Jidayikbûnê: Dersîm
Navê Dayik-Bav: Emîne - Mûnzûr
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28’ê Gulana 2016’an/Şirnex

***

Nasnav: Herekol Siperti
Nav û Paşnav: Ferhat Kartal
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik-Bav: Vesîle - Mûstafa
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28’ê Gulana 2016’an/Şirnex

***

Nasnav: Brûsk Cîlo
Nav û Paşnav: Davût Bartin
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Naîme - Îsa
Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Gulana 2016’an /Wan

***

Nasnav: Şervan Zagros
Nav û Paşnav: Riza Ozçaki
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik-Bav: Rahîme - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Gulana 2016’an /Wan

...