Çalakiya kon a li Şengalê TAJÊ dewir girt

Bi armanca derketina çeteyên PDK’ê ya ji Şengalê çalakiya konê mertalên zindî hatibû destpêkirin, îro Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê(TAJÊ) çalakî dewir girt.

Çalakiya kon bi pêşengtiya jinên Êzidî û Însiyatifa Gel a Şengalê di 20’ê Adarê de destpêkiribû, didome. Armanca çalakiya konê mertalên zindî derketina çeteyên PDK’ê ya ji xaka Şengalê ye.

Duh kon Meclîsa Avaker a Şengalê dewir girtibû. Îro jî TAJÊ kon ji Meclîsê dewir girt. Bi boneya piştgirî dayîna konê mertalên zindî Endamên Saziyên Civakên Sivîl ên Qamişlo, Meclîsa bajarê Qamişlo, gelê Qamişlo berê xwe dan Şengalê û ji aliyê gelê Şengalê ve hatin pêşwazî kirin.

Çalakî bi diruşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bimire Xiyanet” “Bê Serok Jiyan Nabe” berdewam dike.

Sibê jî wê mamosteyên Şengalê konê mertalên zindî dewir bigire.