BI DÎMEN

Çalakgerê fedayî Norşîn: Em ê hesabê Îmraliyê bipirsin

Gerîla Dijwar Norşîn ê li Dersîmê li dijî qereqolê çalakiya canbexşane pêk anîbû, di dîmenê beriya çalakiyê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em ti carî tecrîdê qebûl nakin û em ê her tim hesap bipirsin."

Gerîlayê HPG'ê Dijwar Norşîn li navçeya Qisle ya Dersîmê çalakiya canbexşane kiribû. Dîmenê gerîla Norşîn ê beriya çalakiyê hate kişandin, di Gerîla TV de hate weşandin.

Endamê HPG'ê Dijwar Norşîn (Çetîn Yolaçan), 15’ê Tîrmeha 2016’an çalakiya xwe li dijî qereqola Kil a li navçeya Qisle ya Dersîmê pêk anî bû. Dijwar Norşîn bi rengekî canbexşane bi ser qereqolê ev diçe. Dîmenê Dijwar Norşîn ên beriya çalakiyê hat kişandin di Gerîla TV de hate weşandin.  Gerîla Norşîn di axaftinên xwe de balê dikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dibêje; "Em ti carî tecrîdê qebûl nakin û em ê her tim hesap bipirsin."

'DERVEYÎ PKK'Ê TIŞTEK MIN TÊR NAKE'

Dijwar Norşîn ku sala 1988 li navçeya Norşîn a Bedlîsê ji dayik bû, wiha daxive: "Di sala 1999'an de dema li dijî Serokatî komploya navneteweyî çêbû, min hingî PKK nas kir. Wê demê ez zarok bûm lê wek hemû zarokên Kurd ez jî bi vê komployê bandor bûm. Ji ber ku Rêber APO di dilê her zarokê Kurd de qehramanekî cuda ye. Ji ber ku ez di wê demê biçûk bûm, min komplo bi awayekî berfireh fêm nedikir. Li herêma me jî welatparêziyeke xurt nebû. Lê wek zarokekî Kurd, min wê demê jî hîs dikir ku Serokatî rastiya me û navê hebûna me ye."

Norşîn di dewama axaftina xwe de tîne ziman ku ji derveyî jiyana PKK tiştekî din ew têr nekiriye. Norşîn: "Min leşkeriya dewleta Tirk kir, lê ez ji aliyê wijdanî ve timî  tengav dibûm. Ji ber ku dewleta Tirk celadê nirx û gelê me bû. Min ti carî nikaribû ez ji ber vê yeke rexnedayîna xwe bidim ji ber ku min leşkertî wek îxanet didît. Piştî leşkertiya min xilas bû lêgerînên min cuda bûn. Min fêhm kir ku li derveyî PKK ti tişt min têr nake. "

'HER ROJA GERÎLATIYÊ PIR BI WATE BÛ'

Dijwar Norşîn qala hez kirina xwe ya jiyana gerîla jî kir:  "Ev saleke ez nav refê gerîla de cih digirim. Her roja ku min di nav gerîla de derbas kir ji bo min gelek bi wate bû. Her tişta ku ez hîn bûm, min xwest di jiyanê de pêk bînim. Rojek jiyana PKK, ji bo min di bingeha felsefeya Rêber APO de, ji aliyê jiyaneke bi rûmet û wate de wek perwerdeyê bû."

'JI BER KU EZ Ê ÇALAKIYÊ BIKIM, PIR KÊFXWEŞ IM'

Dijwar Norşîn der barê çalakiya xwe de balê dikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û wiha daxive: "Ev hêrsa me ya li dijî tecrîdê ne ji îro ye. Me ti carî pergala Îmrali qebûl nekiriye û em qebûl nakin jî. Heya Serok APO ji Îmrali derkeve em ê her tim ji hikûmeta AKP'ê ya faşîst hesab bipirsin. Dewleta Tirk jî dizane ku nirxê me yê herî watedar Serokatiya me ye. Rêber APO, Rêberê gelekî ye. Gelê Kurd bi baweriyeke bê dawî dilsozê Rêberê xwe ye. Her wiha gerîla jî wisa ye. Dema Heval Andok û Heval Êrîş çalakiya xwe ya canbexşane di sala 2012'an, li bajarê Tirkiyê kirin,  ez ji şêwazê çalakiya wan pir bandor bûm. Dema ez tevlî nava refên gerîla jî bûm, min her xwest ez wek Heval Andok û Êrîş çalakiyeke canbexşane bikim. Ji ber ku ez ê çalakiya xwe li Dersîmê bikim ez gelekî kêfxweş im. Ji ber ku heval Zîlan jî çalakiya xwe li heman cihî kiriye.  Ez jî wek fedayiekî amade me çalakiyeke canbexşane bikim."

...