Bûrkan El Firat êrîşên li dijî Şêxmeqsûd şermezar kir

Berdevkê Bûrkan El Firat Derwîş, da xuyakirin ku êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd xizmetê ji şoreşa Sûriyeyê re nakin.

Berdevkê Bûrkan El Firat Derwîş, da xuyakirin ku êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd xizmetê ji şoreşa Sûriyeyê re nakin.

Der barê mijarê de Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat Şervan Derwîş di hevdîtinekê bi ANHA’yê re nêrînên xwe anîn ziman.

Derwîş diyar kir ku berdewamkirina dorpêça taxa Şêxmeqsûd ku wekî taxa herî aram û cihê koçberan tê naskirin, ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nûsra û hin komikên girêdayî wê bû sedema mirina bi dehan welatiyên sivîl. Derwêş got: "Ev kiryarên van çeteyan ti carî nayê qebûlkirin û têkçûna wan nîşan dide. Evan komên çete ti carî xema aramiya welatiyan naxwin û tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên derve tevdigerin."

Derwîş di axaftina xwe de wiha got: "Ev hincetên bê bingeh ên çeteyan, ji bilî xezmeta rejîma Baasê, dijminên gelê Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ’ê nakeve xizmeta ti kesî. Ev êrîşên çeteyan di çarçoveya ajandeyên hêzên dijminahiya şoreşa Sûriyeyê dikin, tên meşandin. Armanca van êrîşan ew e ku di navbera pêkhateyên taxê de tevliheviyê derbixin. Ev hewldanên derxistina tevliheviyê jî di durişmeyên ku hin alîgirên çeteyan li hin deverên Helebê bang dikirin de, berçav bû."

Derwîş der barê êrîşên çeteyan û qewimînan de axaftina xwe wiha domand: "Êrîşên çeteyan û derxistina daxuyaniyên xiyanetkirinê û belavkirina derewan, em bi xemgînî van qewimînan dişopînin. Li aliyê di hêzên YPG’ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe derbarê xwedîderketina li nirx û rêgezên şoreşa Sûriyeyê û piştgiriya bi Artêşa Azad re dubare kir. Hêzên YPG’ê ji bo welatiyan biparêze ji her tiştî re amade ye. her wiha diyar kir ku ew amade ye komîteyeke bê alî ji bo îdîayên li dijî YPG’ê lêkolîn bike, qebûl bike. Lê çeteyên Cebhet El-Nûsra û Odeya Çalakiyan a Fetîh Heleb li gorî hevpeymanê tevnagerin."

Derwîş got ku ew niha di qonaxeke hesas re derbas dibin û ji wan tê xwestin ku bi berpirsyarî tevbigerin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Her kes dizane ku Sûriyeyê di qonaxeke hesas re derbas dibe. ji ber vê yekê ji her kesî tê xwestin ku bi berpirsyarî tevbigere û ji bo xurtkirina hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê bikoşe. Ji bo ku armancên şoreşa Sûriyeyê pêk werin û Sûriyeyeke azad, demokratîk û piralî bête avakirin, divê em bi komployên li dijî gel neyên xapandin û yekîtiya xwe ava bikin."

Berdevkê Fermî yê Bûrkan El-Firat Şervan Derwîş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wekî endamên Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat êrîşên li dijî welatiyên taxa Şêxmeqsûd bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin ku ev kiryarên komên çete li dijî Şêxmeqsûd ti carî nakevin xizmeta şoreşa Sûriyeyê. Di heman dema ku em ji bo yekîtî û hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê têdikoşin, hin aliyên çete û terorîst hewl didin jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de têk bibin."