Buldan: Xirabê Bava wê weke deqeke reş derbasî dîrokê bibe

Wekîla HDP’ê Pervîn Buldan got kirinên dijî mirovî yên li Xirabê Bava wê weke deqeke reş derbasî dîrokê bibin.

Buldan ji ANF’ê re axivî û got 13 kesên ku hatibûn binçavkirin û duh serbest hatibûn berdan ji bo ku heman êşkenceyê nebînin nexwestin biçine gundê xwe û got, li pêşberî vê zilmê bêdengiya raya giştî ya Tirkiyê nayê fêhmkirin û bi lezgînî divê helwesteke demokratîk diyar bibe.

‘’13 KES JI BER ÊŞKENCÊ NAXWAZIN LI GUNDÊ XWE VEGERIN’

Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan diyar kir ku kirinên li Xirabê Bava wê weke deqeke reş derbasî dîrokê bibin û got, êşkenceyên ku aqilê mirov ranagire li gundiyan kirine, 13 kesên ku hatine binçavkirin û serbest hatine berdan ji bo ku dîsa wê êşkenceyê nejîn naxwazin li gundê xwe vegerin. Buldan gotinên gundiyan veguhast, ‘’Gotin li gund êşkenceyeke ku aqilê mirovan ranagire dikin û careke dî ji bo ku heman êşkenceyê nejîn, heta ku qedexe ranebe ew naxwazin li gund vegerin.’’

 ‘NE PÊKAN E KU MIROV BÊDENGIYA RAYA GIŞTÎ FÊHM BIKE’

Buldan diyar kir ku ew weke HDP’ê ji bo ku qedexeya li gund rabe û kirinên li wir bi dawî bibin gelekî hewl dane lê rastî li astengiya dewlet û hikûmetê hatine û wiha got: ‘’Şandeya me xwest ku biçe gund lê hate astengkirin. Niha nêzî gund 15 km’yî disekinin.’’ Buldan diyar kir ku ji bo qedexeya li ser gund rabe gelek caran bi hikûmetê re têkilî danîne lê ti encam wernegirtine û wiha got: ‘’Li gel ku em dibêjin operasyona li wir li gundiyan tê kirin jî em ti encamê nastînin.’’

Buldan diyar kir ev kirinên wiha berê jî li Kurdan kirin ti encam wernegirtin û ji niha û pê de jî wê wernegirin. Buldan diyar kir ku li dijî vê zilmê bêdengiya raya giştî ya Tirkiyê nayê fêhmkirin û wiha domand: ‘’Ti rewşeke ku ev bêdengî were fêhmkirin nîn e. Li dijî êşkenceya ku li wan mirovên wir tê kirin divê bi lezgînî helwestek were nîşandan. Bêdengmayina ji vê êşkenceyê re tê maneya hevparbûna bi vî sûcî re.’’

 ‘BIRYARA LI SER YUKSEKDAG BÊ HIKM E’

Buldan li ser biryara betalkirina wekîltiya Yuksekdag jîg ot, ti hikmê vê biryarê nîn e. Buldan bi bîr xist ku Yuksekdag bi dengê 6 milyon mirov hatiye hilbijartin, hetanî niha wekîltiya ti wekîlê ku ji 1 salê kêm ceza wergirtiye nehatiye betalkirin û cara pêşî ev ji bo HDP’ê tê kirin. Buldan diyar kir ji ber ku Yuksekdag jin e, li dijî kirinên dijdemokratîk yên li Tirkiyê ji bo ku têkoşîneke aktîf dide û li gritîgehê di pêvajoya referandûmê de rola pêşeng bi cih tîne ew kirine hedef.

Buldan diyar kir ku ev hewldaneke pûç û vala ye, Yuksekdag hê jî wekîla HDP’ê ye, hevserok e û got: ‘’Ti biryar, ti kirin nikare rol û mîsyona Birêz Yuksekdag a li cem gel kêm bike. AKP’ê di vê mijarê de şaşîtî kiriye.’’
 
‘EM Ê HENE Û EM Ê HEBIN’

Buldan diyar kir ku ev kirinên ne hiquqî dikarin li ser wekîlên din ên HDP’ê jî werin kirin, AKP diwaze di vê dema referandûmê de hemû wekîlên HDP’ê bê fonksiyon bihêle û got: ‘’Tişta ku îro bi Yuksekdag kirin sibe dikarin bi me jî bikin’’

Buldan diyar kir ku AKP di vê mijarê de ti rêz û rêçikan nas nake, destûrê binpê dike. Buldan diyar kir ku nehiqûqiya mîna ya li Yuksekdag kirin dibe ku li ser wekîlên din jî bikin lê ev ê nikaribe têkoşîna wan bide rawestandin û herî dawî got: ‘’Wekîltiya wekîlên ku bi dengê gel hatine hilbijartin tenê bi daxwaze gel dikare bi dawî bibe. Heke gel biryar dabe ku bibe wekîl tenê gel dikare wekîltiyê bi dawî bike. AKP heta dawiyê bila bi van manewreyên ne hiqûqî bi ser wekîlan de biçe, em hene û em ê hebin.’’