Bomberdûmana li Nisêbînê bênavber dewam dike

Çeteyên Qesrê bênavber bombeyan li taxên Koçera û Newrozê yên Nisêbînê dibarînin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, bomberdûmana dewleta Tirk a li hemberî sivîlan dewam dike. Ev 12 saet in tax bênavber tên bombekirin.

Nisêbîniyan dan xuyakirin, ku bi helîkopteran bomberdûman hatiye kirin, di encama bomberdûmane de ronahiyek mezin li derdorê belav bûye û vê yekê demeke dirêj dewam kiriye.

Maşînên leşkerî yên li qada Newrozê, rêya Îpekê û kolana Çaxçaxê bi cih bûne, guleyan li taxan direşînin.

Hat ragihandin, li qada Koçera û Newrozê, ji ber bomberdûmanê gelek xanî xera bûne.