Hat ragihandin ku tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya didome. Hat ragihandin ku balafirên şer herêmên Zap, Metîna, Xakurkê, Heftanîn û Garê bombe dikin.
Hat diyarkirin ku balafirên şer îro bi roj herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Heftanîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombe kirin. Saet piştî 19.00’an jî li hember Garê bomberdûmanê destpê kir. Hat ragihandin ku tevgera balafirên şer a li herêmê didome.
Li gor çavkaniyên herêmî li herêma Heftanîn piştî nîvro bomberdûmanê destpê kiriye û sê saetan bê navber dewam kiriye. Hat diyarkirin ku piştî reş ket erdê li hember herêma Garê bomberdûmanê destpê kiriye û hê jî didome.
Li herêma Garê li hember gundên Yekmale û Çemşerît û derdora wan bomberdûman pêk hatiye.
Der barê bomberdûmana li hember herêmên Zap, Garê, Metîna, Heftanîn û Xakurkê de ti agahiyeke zelal ku nehat wergirtin, hat ragihandin ku tevgera hewayî û bomberdûmana li Garê van saetan didome.