Bombe bi wesayîta zirxî ve teqiya: Gelek polîs mirin û birîndar bûn

Li taxa Xaçort a Wanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya polîsan de teqîneke dijwar rû da. Tê gotin, ji ber vê teqînê gelek polîsên Tirk mirin e.

Li taxa Xaçort a Wanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya polîsan de teqîneke dijwar rû da. Tê gotin, ji ber vê teqînê gelek polîsên Tirk mirin e.

Li kolana Surmelî ya taxa Xaçortê, dema wesayîta zirxî ya polîsan derbas dibû, danê nîvro teqîneke dijwar rû da. Tê gotin, di encama vê teqînê de gelek polîsên tîmên taybet mirin e û birîndar bûne. Çavkaniyên Tirk dibêjin, hejmara çeteyên Qesrê yên li vir hatine kuştin, 2 ye.

Polîsên birîndar jî li wesayîtên servîsê yên polîsan û maşînên zirxî hatin siwarkirin û ew birin Nexweşxaneya Lokman Hekîm. 

Piştî teqînê, tax bi maşînên zirxî hat dorpêçkirin. Liv û tevgera helîkopteran a li ser taxê jî dewam dike.