Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê, bîlançoya şer a meha Adarê ya li Kantona Cizîrê aşkera kir. Li gorî vê yekê 1342 çete hatin kuştin û cenazeyê 202 ji van ketin destê şervanan. Di vî şerî de 61 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê wiha ye:
"- Hêzên me 74 çalakî û operasyon pek anîn.
- Hêzên me beşdarî 55 şer û pevçûnan bûn.
- Çalakiyên êrîş-operasyon û pevçunên ku encamên wê ne diyar 23
- Dijmin bi wesayîtên bombebarkirî 2 êrîşên xwekujî pêk anîn.
- 1342 çete hatin kuştin.
- Cenazeyên 202 çeteyan ketine destên şervanan.
- Hejmara çeteyên bi saxî hatine girtin 9 in.
Amûr û çekên çeteyan ên hatine rûxandin
23 wesayît, 2 doçkayên 23, tangek, 2 tireks, 2 panzêr, 5 motoskilêt, hawanek, tirektorek
AMÛR Û ÇEKÊN ÇETEYAN ÊN HATIN DESTESERKIRIN
334 Keleş , 32.800 fîşekên kleşê, 90 şarjor, tevî 3 zincîrên xwe 41 BKC û 14.700 fîşekên BKC, tevî 13 guleyên xwe 40 rokêtavêja B7, 212 bombeyên destan, hawanek 120 mm, 11 wesayît, 5 wesayîtên Hamar, 2 wesayîtên zirxî, 3 kamyon, Ambûlansek, wesayîteke zirxî BMB, 14 komputer, 16 çekên birno, 5 doçkayên 12.5mm, 2 doşkayên 14.5 mm, 540 guleyên doçka, 51 rext, 16 bêtêl, 5 sindoqên fîşekên doşka 12,5mm , 4 çekên karnas, dûrbîn, 10 çenteyên tenduristiyê, 4 motoskilêt, 4 panzêr, 466 mayînên bi destan hatine çêkirin, topek 57 mm, topek 130 mm, 2 mînîbus, 2 wesayîtên bi TNT barkirî, 3 çekên M16, 3 çifte, 8 debance, 4 telefon, kamyonek tijî derman, 8 fuzeyên girad, 3 tirektor.