Bîlançoya êrîşa Kerkûkê hat ragihandin

Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya Kerkûkê de ku roja Înê pêk hatibû, 74 çeteyên DAÎŞ’ê hatin bêbandorkirin, zêdetirî 30 pêşmerge, endamên asayîşê û sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm bi midûrên yekeyên îdarî yên Kerkûkê re civiya, encamên êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya ku ji herêma Beşîr Daqoq a di kontrola mîlîsên Heşdî Şabî ve bi ser bajêr de pêk hat ragihand.

Waliyê Kerkûkê got; “Di şer de 74 DAÎŞ’î hatin bêbandorkirin, zêdetirî 30 pêşmerge, endamên asayîşê û mirovên sivîl şehîd bûn, nêzî 100 mirovên me jî birîndar bûn.”

Waliyê Kerkûkê ji ber hewldana wan a di şikandina êrîşa DAÎŞ’ê de spasiya gelê Kerkûkê jî kir.

Kerîm destnîşan kir ku di operasyonên hêzên asayîşê de komek DAÎŞ’î jî hatine binçavkirin.