Bîlançoya 12 rojên dawî yên Pêngava Xezeba Firatê

Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Geliyê Celab ê li bakurê Reqayê dest pê kir, di roja 12. de ye. Heta niha gelek gund û bajarok hatine rizgarkirin û serçeteyek jî di navê de 84 çete hatin kuştin.

Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê, bi du baskan ji rojhilat û rojava ve dest pê kir. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji aliyê rojhilat ve ji gundê Mûezîla û ji rojava ve jî ji gundê Cûbil Şeîr bi rê ketin. Çeteyên DAIŞ'ê li aliyê rojhilat, li gundên Mûezîla û Mişerfa Rojava bi wesayîtên bombebarkirî û çeteyên xwekuj ên bombe li xwe pêçandibûn, êrîş kirin. Bi vî awayî hewl dan pêşî li operasyonê bigirin. Operasyonê tevî van hewldanên astengkirinê jî dewam kir. Li aliyê rojhilat, gundên Miserfa Rojhilat, Rîhaniyet, Bîr Cerbo, Cerwa, Hetaş, gundikê Hûkûmî û herî dawî jî bajarokê Hezîme hatin rizgarkirin.

Li aliyê rojava jî, şervanan pirek danîn ser qenala avê û bi vî rengî dest bi operasyonê kirin. Evp ir bi 25 metreyan fireh, bi 9 metreyan jî dirêj e.

Di destpêka operasyonê de çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser maşînên pir çêdikirin. Şervanan di roja duyemîn de li cihekî din dest bi çêkirina pirê kirin.

Tevî êrîşan jî ev pir beriya 5 rojan li herêma navbera gundên Ûm Tenek û Kebîş a Rojava hate çêkirin. Şervanên QSD'ê derbasî aliyê din ê avê bûn ji bo koçberên Reqa, Mesken, Tilaferê korîdoreke ewle ava kirin. Di heman rojê de 10 hezar koçber derbasî herêmên ewle hatin kirin.

Şervanên QSD'ê piştî rizgarkirina sivîlan operasyona xwe dewam kirin û gundên Ûm Tenek, Royan û di roja 11. de jî bajarokê Tişrînê rizgar kirin.

Di şerê 12 rojan de serçeteyê bi navê Ebû Sûmeye jî di nav de 84 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek cesedên çeteyan li herêmên di kontrona şervanên QSD'ê de ne, man. 6 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û 9 çeteyên xwekuj ên bombe li xwe pêçandibûn, bêyî bigihêjin armanca xwe hatin bêtesîrkirin.