Bila dewleta Tirk ji dilê gerîla bitirse

Gerîlayên YJA Starê bal kişandin ser çalakiyên xurt ên gerîla yên li dijî êrîşên dewleta Tirk û gotin, "Bila dewleta Tirk ji dilê gerîla bitirse."

Gerîlayên YJA Starê bal kişandin ser çalakiyên xurt ên gerîla yên li dijî êrîşên dewleta Tirk û gotin, "Bila dewleta Tirk ji dilê gerîla bitirse."

BERFÎN ROJ: Weke gerîlayeke YJA Starê ez hemû hevrêyên di çalakiyan de cih digirin silav dikim. Erdogan dibêje 'pêvajoya çareserî û aştiyê ji dest revandine'. Em jî dixwazin jê re vê bêjin; 'Yê ku ev şens ji dest revandiye, Erdoban bi xwe ye'. Gelo pişta xwe dispêre kê û hewl dide vê pêvajoyê bimeşîne. Weke gerîlayên azadiyê, em ê teslîmgirtinê ku dawiya 28 raperînan e, bi berxwedana xwe berevajî bikin. Ji ber kuw eke gerîlayên azadiyê me dil û mejiyê xwe diyarî felsefeya Rêber Apo kirine. Em bi coş û kêfxweş in, ku hebûna xwe bi felsefeya jiyanê û îdeolojiya Rêber Apo ji nû ve dafirînin. Gerîlayên ku xwe, ruh, dil û mejiyê xwe feda kirine, amade ne îro temamiya hebûna xwe fedayî azadiya gelê Kurd û Rêberê xwe bikin. Bi hesta hilanîna tolê radibin. Dewleta Tirk a ku hebûna xwe dispêre teknîkê, bila qet nefikire ku karibe bi ser bikeve. Bİla ji dil, ji bawerî û biryardariya gelê bitirse. Çalakiyên me yên heta niha hatin lidarxistin, hişyarî bûn. Çalakiyên li Cizîr, Amed, Elezîzê destpêk e. Yek rê li pêşiya dewleta Tirk heye. Ew jî; divê biçe ber lingê Rêber Apo û efûyê jê bixwaze. Me Cizîr ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin.

'JI BO AZADIYA RÊBERTÎ, EM Ê NESEKININ'

DÎCLE AMARA: Me bi Rêber Apo jiyan nas kir û em ê jiyanek bêyî Rêber Apo ti carî qebûl nekin. Di demeke bi vî rengî de ku hevdîtineke kurt a bi Rêbertî re rewa tê dîtin, weke gerîlayên YJA Starê ji bo bibin bersiv ji azadiya Rêbertî re em ê ji her alî ve berxwedana xwe mezin bikin. Li pêşberî me rastiyeke welê ya dijmin heye, ku ne dizane şer bike, ne jî dizane li hev bike. Ji ber bêçaretiya xwe, bi rengekî xwînxwarî êrîşî hemû nirxên însanî dike. Em li dijî dijminekî bi vî rengî şer dikin. Di vê têkoşîna bi heybet de ku em bi gelê xwe re dimeşînin, heta azadiya Rêberê xwe em ê têkoşîna xwe geş bikin. Di bingeha têkoşîna me de azadiya Rêber Apo heye û heta em vê pêk bînin, em ê nesekinin.

Tevî me gerîlayên azadiyê, erkên gelekî girîng dikevin ser milê jin û ciwanên Kurd. Çawa ku ev têkoşîn bi wan dest pê kir û mezin bû, niha jî hêza bingehîn a vê têkoşînê ew in. Ji bo azadiya Rêberê me divê her kes cihê xwe li nava refên berxwedanê bigirin. Her kes dikare tiştekî bike. Ji ber ku me bi Rêber Apo re jiyan nas kir û em dibêjin, jiyana bêyî Rêber Apo em bi ti awayî qebûl nakin.

YEKANE HÊZA DIKARE BISEKINÎNE, RÊBERÊ ME YE

DÎCLE AMED: Dewleta Tirk bi darbeya 15'ê Tîrmehê re rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da. Sûcên şer ên li Kurdistanê careke din eşkere bûne. Dewleta Tirk a ku hewl dide xwe ji vî sûcê li dijî mirovahiyê rizgar bike, bi hewldana darbeyê dixwaze berpirsyariya xwe binixumîne. Gelek fermandarên leşkerî yên li Kurdistanê gelek plan bi cih anîn digire û li şûna wan ên nû bi cih dike. Dijminatiya wan a li gelê Kurd gelekî zêde ye. Lê belê divê dewleta Tirk vê baş zanibe. Ya têk biçe, artêşa Tirk e, leşkerên Tirk e. Ya ku berxwedana îro derxistiye holê, ruhê berxwedana Sûr û Cizîrê ye. Dema mijar Rêberê me be, ev berxwedan wê bi hezar qatî zêdetir bibe. Wê çalakiyên ku dewleta Tirk qet ne li bendê ye, pêk werin. Ji Cizîrê heta Enqereyê wê çalakiyên ji ya Elezîzê girantir pêk bên. Yekane hêza dikare pêşî li van çalakiyan bigire, Rêberê me ye. Lewma êdî sebra me nema ye. Em soz didin ku heta nefesa xwe ya dawî em ê berxwedanê geş bikin.

RUHÊ DEMÊ RUHÊ ZINAR RAPERÎN Û DOGA EYLEM E

ROJDA WELAT: Ji bo şikandina berxwedana azadiyê ya Kurd êrîşên giran tên kirin. Ev êrîş ne tenê li dijî tevgera azadiyê tên kirin, di heman demê de li dijî Rêberê me û gelê me yê xwedî li berxwedana dîrokî derdikeve, tên kirin. Lê belê ev hêzên êrîşkar ti carî bi ser neketin. Berevajî, van êrîşan rê li ber lehengiyên mezintir vekir. Li Cizîrê Mehmet Tûnç, Sêvê, li Sûrê Çiyager, Roza bûn sembola têkoşîna azadiyê. Wekî din li qada gerîla berxwedaneke bi heybet hat nîşandan. Ji bo me ruhê demê ruhê Zinar Raperîn e, rohê Doga Eylem e. Dem ew dem e ku ji bo azadiya Rêbertî û gel, xwe fedakirin e. Ji bo me dema yan azadî yan azadî ye. Li cihê ku dewleta Tirk nahêle çûk bifire, wê çûkên azadiyê bifirin. Bawerî û dilsoziya me wê timî mezin bibe. Ji xwe çavkaniya vê jî Rêberê me ye.

...