Bi merasîmeke mirêsdar oxira şervanê YBŞ’ê Karker hate hilanîn

Bi hezaran kesî oxira şervanê YBŞ’ê Brûs Karker hilanî. Di merasîma cenazeyê de hate gotin, ‘’Ta ku Şengal bibe xwedî vîneke azad û serbixwe wê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li her deverê şer were kirin.’

Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Sifiyan Hecî Ehmed (Brusk Karker) ku ji bo jin û zarokên Êzîdî ku ji hêla DAÎŞ’ê hatibûn revandin tevî nav operasyona Rizgarkirina Minbicê bûyî û 28’ê Hezîranê şehîd ketî li Şengalê oxira wî hate hilanîn. Cenaze li bajarê Dêrikê bi konveyeke mezin hate rêkirin.

HPG-YJA-Star, YBŞ- YJŞ, YPG-YPJ, Meclîsa Damezirîner a Şengalê, Meclîsa Jinên Êzîdî ên Şengalê, Rêveberiya Wargeha Newrozê û gel, Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrikê, endamên Erka Xweparastinê ya Rojava û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê Karker piştî merasîmê ji hêla bi hezaran kesên Rojavayî ve bi konvoyeke mezin ji Rojava birin Şengalê. Konvoy, li navçeya Sînonê yê Şengalê ji hêla hêzên HPG, YJA-Star, YBŞ, YJŞ û dayikan hate pêşwazîkirin. Li Sînonê piştî ku cinaza li gorî baweriya dînî Êzîdî hate şuştin û veşuştin bi konvoyeke ku ji sedan wesayîtan pek hatî ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehît Berxwedan ve birin. Li vê derê cenaze ji hêla bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û li ser milan ew birin goristanê.

‘DEMA KU HEVRÊYÊN XWE RIZGAR KIR ŞEHÎD KET’

Piştî merasîma leşkerî Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî axaftineke kir. Şengalî piştî peyama sersaxiyê wiha axivî:

‘’Şehîd Brûsk ji bo tola zarok û jinên Êzîdî hilîne rahişt çekê û heya hilma dawî li dijî çeteyan şer kir. Bi vê armancê ji bo ku jinên Êzîdî ên di destê çeteyan de rizgar bike bi dildarî berê xwe da Minbicê û di nav Operasyona Rizgarkirina Minbicê de cih girt , bi lehengî şer kir û dema ku hevalê xwe rizgar kir, şehîd ket.

Brûsk sînorên welat, dîn, bawerî û çandan rakirine û ji bo tola Êzdiyan hilîne berê xwe daye Rojava. Brûsk bi jiyana xwe û têkoşîna xwe peyamek da gelê Êzîdî û Kurdan. Bersiva ji bo  vê peyamê divê yekîtî be. Divê em hemû vê bizanibin û tiştên hewce bikin.’’

Serokê Meclîsa Avakirina Şengalê Salih Xidir wiha got: ‘’ Bila hemû dinya û gelê me zanibe, çi dibe bila bibe, çete bi kû ve biçin jî destê me wê bi qerpika wan ve be. Heya ku çete mayî şervanên Êzîdxanê û Melekê Tawiz wê li dijî çeteyan şerê xwe bidomînin. Heya ku em vîneke azad û serbixwe ji bo Şengalê ava bikin, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li her deverê wê şer were kirin û di serî de jinên me, zarokên me em ê tola hemû însanên xwe hilînin.

Endamê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Beşîr Êzîdî jî sersaxî da malbata Brûsk û ji bo Brûsk Karker helbesteke xwend.

Nayif Alî ku  li ser navê Wargeha Newrozê û Malbatên Şehîdan axivî û got berdêla azadiyê giran e û wiha pê de çû, ‘’Berdêla welatê me keç û kurên me didin. Ji bo ku dahatuyeke azad ji zarokên me re bihêlin şehîd Brûsk û gelekên din canê xwe didin.’’

MALBAT: EM SERFIRAZ IN

Dayika Şehîd Brûsk Karker û kurê apê wî di axaftinên xwe de diyar kirin ku ew bi şehîd serfiraz in û wiha gotin: ‘’Mirov dema ku ji diya xwe dibe, ji mirinê re çavê xwe vedike. Ji bo vê jî mirin bila carekê were, bila rûmetdar û nirxdar be. Brûsk ji bo ku tola gelê xwe hilîne û jinên Êzîdî ji nav lepên çeteyan derxîne şehîd ket. Em qet ne poşman in.’’

Şervanê YBŞ’ê Brûsk Karker piştî axaftinan ji hêla şervanên azadiyê ve hate veşartin.