Bi hezaran welatiyên Qamişlo hatin sînorê Nisêbînê

Li bajarê Qamişlo yê Rojava çalakiyên piştevaniyê yên ji bo berxwedana Nisêbînê didomin.

Li bajarê Qamişlo yê Rojava çalakiyên piştevaniyê yên ji bo berxwedana Nisêbînê didomin. Li hemberî terora dewletê ku berxwedana gelê Nisêbînê didome, bi armanca piştevaniya bi gelê Nisêbînê re bi hezaran welatiyên Qamişlo herikîn sînor.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Bijî berxwedana Nisêbîn”, “Bijî YPG”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin û li hember terora dewletê nerazîbûn at nîşandan.

Piştî çalakiya li sînor ku gel dest bi meşê kir polîsên Tirk ji aliyê Nisêbînê bi bombeyên gazê êrîşî gel  kir. 

...