Bi erbaneyan gelê Wanê vexwendin Newrozê

Amadekariyên ji bo Newroza sibê ya Wanê didomin. Gelek kesên ku li ber avahiya HDP’ê hatin ba hev, bi erbaneyan meşek li dar xistin û gelên Wanê vexwendin qada Newrozê.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Nadir Yıldırım, Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Wanê Gulîstan Orhan, Parlementerên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Adem Geverî, Çalakvanên TJA’yê, Dayîkên Aştiyê û gel beşdarî meşê bûn, ya ku li ber avahiya HDP’ê ya Wanê hate dest pê kirin.

Girseya ku heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan, rastî astengiya polîsan hatin. Piştî nîqaşên dirêj girse li 3 koman belav bûn û berê xwe dan navçeyên Tûşba, Riya Armûşê û Artemêtê. Girse li van navçeyan hatin ba gel û vexwendinên ji bo Newrozê dewam kirin.