Bi dehhezaran Kaval spartin axê

Cenazeyê Alî Kaval (18) ê li Geverê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji aliyê dehhezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Alî Kaval (18) ê li Geverê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji aliyê dehhezaran kesan ve hate definkirin. Bavê Kaval, Hîkmet Kaval di merasîmê de wiha got: "Erdogan bila baş zanibe ku malbatên şehîdan roj bi roj mezin dibin. Em şehîd bikevin jî em ê bi ser kevin."

Cenazeyê Alî Kaval (18) ê li Gevera Colemêrgê di saetên êvarê di êrîşa li dijî taxên Esentepe û Esenyurtê de ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji aliyê dehhezaran kesan ve hate definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê piştî otopsiya hate kirin cenaze ber bi navçeyê ve derket rê û li pira Şakîtanê ji aliyê konvoyeke bi sedan wesayîtan pêk tê hate pêşwazîkirin. Piştî ku cenaza kete navçeyê li Taxa Esentepe ku Kaval hatibû qetilkirin bi hezaran kes herikîn pira Abdullah Canan a polîsan bi wesayîtên zirxî ve rê girtin. Ji ber ku rê hate girtin welatiyan dirûşm berz kirin û cenaze ji Qada Azadiyê kete navenda navçeyê.

MALBATÊN ES Û BABAT LI PÊŞIYA GIRSEYÊ MEŞIYAN

Caneze ji aliyê girseya ku di nav de malbatên Fettah Es û Yakup Babat ên hatin qetilkirin, parlamenter Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan jî hene ve li cadeya Cengîz Topel bi meşê anîn mizgefta Mehmet Şerîf a taxa Ormanê. Li taxên derûdorê bi deh hezaran kes wekî lehiyê herikîn meşê û di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yên Kaval, Babat û Es hatin vekirin û alên PKK, KCK û YPG'ê hatin hilgirtin.

Di meşê de dirûşma "Qatil Erdogan" "Bijî berxwedana Geverê" hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazê Kaval anîn Şehîdgeha Ormanê û li vir li cem Es û Babat hate definkirin û sirûda "çerxa şoreşê" hate xwendin û rêz hate girtin.

Parlamenter Zeydan diyar kir ku gelê Geverê di hefteyeke de 4 zarokên xwe winda kirine lê ew ê ti caran sere xwe netewînin û paşde  gav neavêjin.

BAV KAVAL: EZ Ê DI RÊYA KURÊ XWE DE BIMEŞIM

Li ser navê malbatê bavê Kaval, Hîkmet Kaval axivî û bi silavkirina gelê Geverê dest bi axaftina xwe kir. Kaval wiha got: "Em li pişt hemû gavên we ne. Bila Erdogan zanibe ku şehîdên me ne bê xwedî ne. Malbatên şehîdan roj bi roj mezin dibin. Lê malbat, zarok û hevserên wan hene. Dilê wan dişewite, Em şehîd bikevin jî em ê bi ser kevin. Ez ê wekî bavê Alî di rêya wî de bimeşim."