Bi çekan êrîşî meşa dirêj a li Swêdê kirin: 1 birîndar

Çalakvanên meşa dirêj a li bajarê Stockholm ê Swêdê bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê hat lidarxistin, rastî êrîşa çekdarî a faşîstan hatin. Di êrîşê de ji Rojhilatê Kurdistanê Gafûr Mihemedî bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyên destpêkê dema wê çalakî li semta Fittja bi dawî biba, ji du wesayîtan gule li çalakvanan hatin barandin. Di encama gulebaranê de Mihemedî bi giranî birîndar bû. Mihemediyê birîndar rakirin nexweşxaneyê, hat ragihandin ku rewşa wî giran e.