NÛ BÛ

“Bêyî dem derbas bibe, divê ber bi Nisêbîn û Şirnexê ve meş çêbibe”

Însiyatîfa Gelê Kurdistanê ya Demokratîk diyar kir ku êrîşên qirkirinê yên AKP’a faşîst didome, got: “Wê demê bêyî dem derbas bibe divê serhildan çêbibin, ber bi Nisêbînê û Şirnexê ve meş çêbibin.”

Însiyatîfa Gelê Kurdistanê ya Demokratîk têkîldarî êrîşên li Nisêbîn û Şirnexê daxuyaniyek nivîskî weşand. Însiyatîfê wiha got: “Wek tevahî raya giştî jî dizane, gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî siberojek azad-demokratîk, berxwedana xwe ya destanî li dijî hêzên faşîst-mêtinger bênavber didomîne. Kurdistana bi şoreşê rabûye, wê li Rojhilata Navîn dawî li mêtingeriyê bîne. Li Bakurê Kurdistanê di serî de Cizîr, Sûr, îro li Nisêbîn, Şirnex û gelek navêndên din bi berxwedanên di pêşengiya ciwanên Kurd ên wêrek de dawiya hikûmeta AKP’ê ya faşîst-mêtinger nêz e. Li ser vî esasî, divê gelê Kurdistanê îro biryara xwe ji aliyê şoreşê bi kar bîne û ji bo tevahî gelan berxwedanê mezin bike. “

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Wek gelê Kurd, li Cizîr, Sûr, Silopiya, Gever, Nisêbîn, Şirnex û li gelek navendên din ên berxwedanê îro ji bo azadiyê serhildan, ji bo vê jî her cure hêza fedakartiyê dikin” û wiha dewam kir:

“Zarokên xwe yên herî bi nirx bêyî dudilî hûn didin şer, derfetên xwe yên jiyanî ku bi zor bela bi dest dixin jî bi awayekî bê sînor bi fedakarî hûn pêşkêş dikin. Ango, hûn dizanin ku pêwîst e li hember faşîzma AKP’ê teqez tiştek bê kirin. Ev nîşan dide ku êdî gelê Kurd vî şerî, şerê xwe dibîne, ji bo vê bi ser bixe jî pêwîst bike hebûna xwe ya herî bi nirx wê deyne holê. Hikûmeta AKP’e ya faşîst ti derfetên jiyanê ji gelê me re nahêle, îradeya wê nas nake û ji bo tevahî hebûna wê ji holê rake jî bi giştî rêbazên şerê qirêj êrîş dike. Hikûmeta Erdogan a difikire ku bi tank û topan jiyangeh, bajarên gelê me hilweşîne wê gelê Kurd teslîm bigire, wê bi berxwedana gelê me bişkê.

TEVAHÎ GELÊ ME BÊYÎ DEMÊ DERBAS BIKE DIVÊ BER BI NISÊBÎN Û ŞIRNEXÊ BIMEŞE

Hikûmeta AKP’ê ya faşîst,di dema xwe ya herî zeîf, bêhêz û bêçare de ye. Ji ber vê ye ku piştî nikarîbû berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Nisêbînê bişkîne bi balafirên şer, bi madeyên kîmyewî êrîş kir, bi bêexlaqiya sûcê şer ve ket pey serkeftinek erzan. Îro, Li Nisêbînê li hember gelê me yê ku tê de dayik û zarokên birîndar jî hene, êrîş dewam dikin. Li cihê ku dayik û zarokên birîndar lê hene, ti hêza berxwedanê nîne. Ji bo xwedîderketina dayik û zarokên me divê her kes bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Di serî de gelê Mêrdîn-Botanê, divê tevahî gelê me li dijî van rêbazên şerê qirêj ê AKP’ê biherike Nisêbînê û AKP’e ya faşîst li tevahî cîhanê teşhîr bike.

Gelê Kurd ji astek ku heta duh nikarîbû navê xwe bigota, îro bi cesaret û fedakartiyek herî mezin de hatiye asta ku dibêje ‘ez ji bo her tiştî heme’ û nîvê şoreşê bi ser xistiye. Bi dîtina vê û kelecana vê ve, girîng e ku bibêjin ‘êdî roja diyarkirina qederê û şer e” û xwe bidin şoreşê. Eger îro dîrok dibêje ka bimeşe, eger roj dibêje tu mûdaxele bike serkeftin a te ye, wê demê divê bêyî dem derbas bibe, em rabin serhildanê, ber bi Nisêbîn, Şirnexê bimeşin, berxwedanê li her derê belav bikin. Kêliya ku gelek herî zêde ronî dibe, dema şoreşê digihîne lûtkeyê ye. Şerê gel çalakiya azadiya herî mezin e. Li ser vî esasî em bawer dikin ku gelê me wê bi coşa serkeftina şoreşê tevlî têkoşînê bibe, rola xwe ya layiqî dîrokê bilîze, di serî de Nisêbîn û Şirnex, wê xwedî li berxwedana xwe ya dîrokî derkeve.

Divê tevahî derdorên demokratîk ên hestyar li Kurdistanê, di serî de Nisêbîn û Şirnex, berxwedana heyî ji bo siberoj û jiyanek azad û demokratîk pêş dikeve bibînin. Em bang dikin ku xwedî li vê berxwedana bi rûmet a gelê Kurd derkevin û li her derê têkoşînê mezin bikin.”