Beyar ê ku di berxwedan Şirnexê de jiyan xwe ji dest dabû hate definkirin

Husnu Bayar ê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku cenazeyê wî hate teşxîskirin li goristana Gundê Avgamasiya hate definkirin.

Husnu Bayar ê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku cenazeyê wî hate teşxîskirin li goristana Gundê Avgamasiya hate definkirin.

Cenazeyê Husnu Bayar (30) ê ku di berxwedana li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, rakiribûn Morga Nexweşxaeya Dewletê ya Şirnexê. Îro piştî saetên nîvroyê ji aliyê malbatê ve cenaze hate teşxîskirin.

Malbata Bayar piştî ku cenaze ji morga nexweşxaneyê girtin, wecîbeyên olî pêk anîn, cenaze li Goristana Gundê Avgamasiyan defin kirin. Rêveberên HDP û BDP’ê jî di nav de gelek welatî beşdarî merasîma definkirina cenazeyê Bayar ê ku xwediyê zarokeke keç a 3 salî ye, bûn.

Wê sibehê sersaxiya Bayar li gundê Milga Şantiyayê bê qebûlkirin.