Berxwedêrên Şehbayê hatin oxirkirin

Li herêma Şehbayê 22 şervanên El-Ekrad û şervanên Eniya Hêzên Parastina Jin a Şehbayê ku jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hatin definkirin.

Bi hezarên kes ku di nav wan de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, Kongreya Star û nûnerên saziyên rêxistinên civakî jî hebûn, ji bo cinazeyê 22 şervanên ku di berxwedana Şehbayê de jiyana xwe ji dest dayin bistînin, li ber nexweşnxaneya Avrînê ya Kantona Efrînê civiyan.

Gel piştî ku rahişte cinazeyan ji bo şervanan ber bi rêwitiya dawî ve bi rê bike, bi dirûşmeyan heta bi şehîdgeha Şehîd Refîq û Şehîd Seydo ve anîn.

Ji bo şervanan li herdu şehîdgehan jî merasîm hate lidarxistin.

Li Şehîdgeha Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Serfê ya navçeya Cindirês a Efrînê, şervanên azadiyê Eylûl Nûhilat (Ronahî Omer), Evîndar Çiya (Zelîxe Kedro), Xebat Zagros (Mihemed Cemîl), Zinar Efrîn (Silêman Elî), Aslan Şahîn (Şahîn Xelîl),Şiyar, Birîndar Welat (Mihemed Kedro) bi merasîmekê ji bo rêwitiya dawî hatin birêkirin.

Li şehîdgeha Şehîd Refîq ya li gundê Metîna ya girêdayî navçeya Ser şervanên azadiyê Xwînda Kobanê (Fatma Necar), Çekjîn Cûdî (Ehmed Şêx), Êrîş Efrîn (Mihemed Hemo), Aslan (Ehmed Nûd), Ciwan (Mihemed Şamo), Dêrsim Xabûr (Mûne Qasim), Rûken Amed (Fatma Îbîş), Hisên Kaşt, Berxwedan Efrîn (Welat Mihemed), Hogir (Ocalan), Sîpan Xelat (Abdulrehman Bîlal), Bişeng Cûdî (Rênas Nebo), Raid Mihemed (Mihemed El-Mitî), Ehmed (Ehmed Sibat) ve Azad Efrîn (Hisên Ehmed) bi merasîmekê hatin veşartin.