Berxwedana û êrîşên li Şirnexê di roja 77. de ne

Li Şirnexê, êrîşên çeteyên Qesrê yên bi wesayîtên zirxî û tankan tevahiya şevê dewam kirin. Di şerê danê sibehê de tîmekî taybet hat kuştin.

Li Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê di roja 77. de ne, li ber sirûdên nîjadperestî tevahiya şevê bi tank û wesayîtên zirxî êrîş li taxan hatin kirin. Bi taybetî, wesayîtên zirxî û tankên li derdora taxa Bahçelîevlerê bi cih bûn, yek bi yek malên li taxê hedef girtin.

Danê sibehê li taxa Bahçelîevlerê, di navbera şervanên YPS/YPS Jinê û çeteyên Qesrê de şer derket. Hat ragihandin, di vî şerî de polîsekî tîmên taybet hat kuştin.

Li aliyê din, li taxên Yenî, Dîcle, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê mal tên şewitandin. Çeteyên Qesrê enqazê malên şewitandiye bi kepçeyên zirxî radikin.

Liv û tevgera ambûlansan a li bajêr dewam dike. Gelek ambûlans tevî wesayîtên zirxî di navbera Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor û Nexweşxaneya leşkerî de çûn û hatin.

Her wiha li navend û bejahiya bajêr jî, helîkopter ji nizm ve difirin.