Berxwedana Sedsalê ya li dijî Komploya Navneteweyî - II

Trajediya ku di şexsê min de rû da, ji mijareke kesayetî wêdetir, mîna ku di pratîkê de jî xuya kir, di nîşaneya dilsoz a rastiya gelekî, rastiya gelê Kurd de veşartî ye.

Bi baweriya ku xwedî nirxekî dîrokî be; ku wê bê wateya parastinek Rojhilat li dijî Rojava, çanda Rojhilata Navîn li dijî Şaristaniya Ewropayê, ji bo ronîkirina rast a dîrokê û bilêvkirina gotinan bi navê gelan, ji xwe re weke wezîfeyekê dibînim ku platformeke hiqûqî ya demokratîk binirxînim, lewma mafê xwe ya parastinê ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi kar tînim. Bi bikaranîna vî mafî ku zimanê çareseriya pirsgirêkên civakî bi dest dixe, lê belê xwe dispêre berjewendiyên hêza serweriyê; vê platforma ku li ser bingeha çareserkirina asêbûna olîgarşîk û têrker nebe jî be xwe dispêre çareseriya yekîtiya demokratîk û aştiyê, şaş nabînim ku tevkariyê li endametiya Yekîtiya Ewropayê dike û nakevim kompleksê.

Ewropa di asteke pêşketî de ye. Heta ku aliyên ku wê dewlemend dike neyê pejirandin, nepêkane ku çanda Rojhilat û Rojhilata Navîn a ku her tim bi cewhera wê bawer dikim, derbasî qonaxeke nû bibe. Eşkere ye ku parvekirina nirxên Yekîtiya Ewropayê li gorî berjewendiyên wekhev ên hêzên civakî nayê wateya hevkariya erzan û rabûna li ber vê yekê jî nêzîkatiyeke pêşketî nîne, ji bilî paşverûtiyê nayê ti wateyê.

GERGERÎNEKA POLÎTÎKAYA PARÇE BIKE, BI RÊ VE BIBE

Şert û mercên rê li ber girtina min vekirin û hêzên ku ev yek pêk anîn, hêzên serdest ên şaristaniya hemdem bûn. Lewma pêwîstî bi wê heye ku parastina min jî di vê wesfê de bê kirin. Serpêhatiya min a li Ewropayê xwedî gelek dersan e, lewma zelalkirina vê yekê karekî girîng û sereke ye. Di vê mijarê de bala me tenê li ser Tirkiye û rastiya Rojhilata Navîn be, hingî em ê nikaribin temamiya rastiyê bibînin. Gelekî girîng û diyarker e ku li gel çavkaniya pirsgirêkê divê mirov çareseriya wê jî di nava rastiya şaristaniya Ewropayê de bigerin. Heta niha gelek tevgerên ku navê rizgariya neteweyî li xwe kirin, ji ber ku xwe negihandin vê asta hevgirtinê, ya bûn dîlgirtiyên şaristaniya Ewropayê, ya jî di nava polîtîkaya 'parçe bike-birêve bibe' de fetisîn, difetisin.

TRAJEDIYA DI ŞEXSÊ MIN DE RÛ DA, ŞEXSÎ NÎNE

Trajediya di şexsê min de rû da, ji trajediya şexsî wêdetir, nîşaneya berbiçav a rastiya gelekî, rastiya gelê Kurd e. Pênasekirina rast a rastiya Kurdan wê rê li ber teşxîskirina rast a pirgirêkekê vebike ku niha ji ve di rojeva Ewropayê de ye. Ev teşxîs gelekî girîng e ku wê çarenûsa demokrasiyê ya li Tirkiyeyê diyar bike.

Lewma, çareseriyeke demokratîk a li Tirkiyeyê wê bandorê li çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, Kafkasya, Asya Navîn û Balkanan bike. Girîngiya mezin a navneteweyî ya vê pirsgirêkê di vir de ye. Nêzîkatiyên ku pirsgirêkê înkar dikin, ya jî yên ku nêzîkatiyên çareseriya dûrî ji rastiyê nîşan didin, krîzê girantir dikin. Dema ku nîqaş li ser mijara Kurdan tê kirin, bêguman divê nêzîkatiyeke berfireh, zanistî û çareser bikim bingeha parêznameya xwe.

JI BO COGRAFYA KURD NEBE MÎNA FÎLÎSTÎN-ÎSRAÎLEKE DUYEMÎN

Berpirsyariyeke mezin e ku mirov cografyaya Kurd a potansiyela xwe ya şer lê zêde ye, nekin mînakeke duyemîn a Fîlîstîn-Îsraîlê. Alternatîfa Rojhilata Navîn a demokratîk, armanceke stratejîk e ku divê her tim li pêş çavan be. Pêvajoya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di heman demê de derfetê dide me ku derfetên çareseriyê yên hiqûqî test bikin, ya jî weke şensekî binirxînin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye jî ji aliyê hiqûqî ve pê ve girêdayî ye, ji şexsê min wêdetir rewşeke giştî radixe pêş çavan. Mafên bingehîn ên sê nifşan ku Neteweyên Yekbûyî jî qebûl dike; yanî mafên medenî û şexsî, amfên aborî û civakî û mafên diyarkirina hebûna xwe ya çand û gelan, di PMME'yê de hîn bi berfirehî tê pênasekirin û divê hemû endamên wê li gorî vê yekê tevbigerin.

Gelek dozên ku bi vê navrokê çûne ber destê DMME'yê, pêwîstî bi wê yekê dike ku ev pirsgirêk êdî bi rengekî bingehînî were nirxandin, ji şexsan wêdetir normeke hiqûqî lê bê kirin. Dayina biryarên cuda li ser bi hezaran dozan ne tiştekî rasteqînî ye, ya jî ferz dike ku li parlamenta neteweyî bersiva qanûnî ya vê yekê bê dayin. Tirkiye yekane welatê Konseya Ewropayê ye ku di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih nîne, bi taybetî jî xala li ser mafê jiyanê bi cih nîne. Pîvanên Kopenhagenê jî ku wateyeke din a PMME'yê ye û di pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê de hate destnîşankirin, bi cih nîne.

BERPIRSYARIYA DÎROKÎ

Hêvîdar im ku doza min a şexsî wê bibe sedem ku ev pêvajo hîn bi lez bi rê ve biçe. Her wiha dixwazim bêjim; eger Tirkiye bixwaze ez li çareseriyeke dostane vekirîme. Ev aliyê parêznameya min derfetê dide çareseriya polîtîk a hiqûqê û girîng e ev rast bê nirxandin. Bi kurtasî; li şûna rêbazên polîtîk ên tund û leşkerî ku berê gelekî hatin bikaranîn, ez gelekî girîng dibînim ku di pîvanên dewleta hiqûqê ya demokratîk de şens ji çareseriyekê re bê dayin û hêvîdar im ku Tirkiye wê bi berpirsyariya xwe rabe û ji bo çareseriya dostane deriyê diyaloga siyasî veke. Min weke berpirsyariyeke dîrokî dÎt ku rewşa xwe ya şexsî jî hîn bi berfirehî binirxînim.

WEZÎFEYA BIVÊNEVÊ

Ji bilî pêwîstiyên teknîkî yên dadgehê, girîng e ku hin rewş û rastiyên dozê  bi rengekî wêjeyî bê vegotin ku rastî ronî bibe. Ne tenê hiqûqa navneteweyî, di heman demê de gelek nirxên moralê hatin binpêkirin. Ji ber vê yekê neçar mam ku vî aliyê parêzanemayx we bi kûrahî binirxînim. Di şexsê min de ne tenê trajediya rojane ya gelê Kurd, tenêmayina ji ber dîroka lenetbûyî, rasthatina wan a li komployan û xiyanetên mezin ên rû dan, bi daxuyaniyên berfireh dikarin werin ronîkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku qet nebe pêşî li trajediyên ji niha û pê ve were girtin û pêşî li pêşketineke hemdem bê vekirin. Ev beş dikare weke kurtasî û dawiya parêznameya min bê nirxandin.

Di parêznameya min de ku ez ê li ser bingeha pêşgotinê amade bikim, ji aliyê naverokê ve wê gelek kêmasiyên xwe hebin. Yek ji sedemên vê jî bandora tenêmayina 3 salan a li Îmraliyê ya li ser hiş û ziman e. Lê belê pê zanim ku dersên min ji pratîkên giran derxist wê xizmeteke baş bide derdorên pêwendîdar, ez ê hewl bidim vê wezîfeya xwe bi nivîsandinê bi cih bînim.

Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.

WÊ DEWAM BIKE...

ANF | Li dijî Komploya navnetewî Berxwedana Sedsalê-1 (anfkurdi.com)