Bêrîvan a ji Şengalê: Di nava PKK'ê de min xwe ji nû ve afirand

Şahida komkujiya Şengalê Nûda Bêrîvan bi vê gotinê, qala sedema tevlîbûna xwe li nava refên PKK'ê kir: Jiyana PKK'ê bû jiyana min a duyemîn, min xwe ji nû ve afirand.

Şahida komkujiya Şengalê Nûda Bêrîvan sedema tevlîbûna xwe li nava refên YJA Starê ji ANF'ê re vegot.

Rêwîtiya me ya li qadên gerîla dewam dike. Di her gavê de bedewiyeke nû derdikeve pêşiya me. Em hewl didin gelek wêneyan ji jiyana gerîla bikişînin.

Her jiyana ku bi PKK'ê re hatiye guhertin, bandoreke mezin li mirovan dike. Her gerîlayek em lê guhdarî dikin dibêjin, "PKK ji bo min bû jiyana duyemîn, min xwe ji nû ve afirand." Bi rastî jî dema qala jiyana xwe dikin, bi taybetî jin, mirov bi guherînên mezin dihesin. Vê carê jî em dixawzin jiyana Nûda ya 19 salî, ku ji komkujiya li Şengalê rizgar bû, vebêjin.

Nûda Bêrîvan gerîlayeke YJA Starê ye. Ji bo tola bi hezaran jin, ciwan û zarokên Êzidî yên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan hilîne di sala 2016'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Nûda naxwaze qala bûyerên di dema komkujiya Şengalê de bi serê wan ve hatiye, bike. Ez jî zorê nadim wê. Dibêje ew dikarine tenê qala tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK'ê û guhertina pê re çêbûye bike. Em guh bidin Nûda:

"Weke jineke Êzidî nedibû ez li pêşberî bûyerên qewimîne û diqewimin bêdeng bima. Gelê min hatibû kuştin. Hemû nirxên me hatibûn tinekirin. Jinên me li bazaran mîna koleyan hatibûn firotin, destavêtin li wan hatibû kirin. Dema ferman rabû, ewilî me fêhm nekir bê kê ev kiriye. Piştre me dît, PDK a ku diviyabû em biparasta, li pişta me daye. Li dijî vê rewşê, gerîlayên PKK'ê yên xwedî felsefeya Rêbertî hatin em parastin. Em ji nû ve zindî kirin. Weke jineke Êzidî nedibû ez jî li pêşberî vê rewşê bêdeng bimam. Çi dibû bila bibe, diviyabû min tola gelê Şengalê hilanîbûma.

Cihê herî xurt û rast ê ji bo hilanîna tolê, refên PKK'ê bû. Min biryar da tevlî nava PKK'ê bibim. Piştî ku hatim çiyê, min bêhtir Rêber Apo nas kir. Her wiha îmkanên min çêbûn ku dîroka me, çanda me ji nêz ve lêkolîn bikim. Her ku min Rêbertî dixwend, bi xwe dihesiyam ku mîna çûkekê sivik bûme. Wekî din em bi berfirehî dîroka jinê, dîroka mirovahiyê hîn bûn. Derfet çêbû ku sîstema modernîteya kapîtalîst bi berfirehî analîz bikim. Niha weke jinekê ez xwe hê bi hêz dibînim. Ne tenê li dijî DAIŞ'ê ez xwe perwerde dikim ku li dijî hemû hêzên mêtînger û piyonên wan şer bikim."

'DIVÊ JINÊN ÊZIDÎ JIYANA PKK'Ê NAS BIKIN'

Nûda herî dawî bang li jin û ciwanên Şengalê kir: "Salek min tijî bû di nava refên PKK'ê de. Ji mirov heye ku deh sal in perwerdeyê dibîne. Perwerdeyê gelek tecrûbe dan min. Ne tenê jinên Şengalê, eger hemû jinên Êzidî dixwazin di rêya azadiyê de bimeşin, divê jiyana PKK'ê nas bikin. Ez dixwazim ew jî tevlî nava refên me bibin û li dijî çeteyan heta dawiyê şer bikin."

Lêgerîna me ya li jiyana nû, wê bi rêwîtiyên cuda bidome.