Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr hat binçavkirin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr hat binçavkirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Agirî Dîrayet Dîlan Taşdemîr, dema ji navçeya Bazîdê derdiket wesayîta wê hat sekinandin û hat binçavkirin.

Taşdemîr û yên pê re, piştî ku xwe karên xwe yên ji bo Newrozê qedandin ji navçeyê derketin, lê wesayîtên zirxî pêşî li wesayîta wan girtin. Taşdemîr li vê derê hat binçavkirin.

Polîsên Tirk wekîla Agirî Taşdemîr li wesayîta zirxî ya bi navê 'akrep' siwar kirin û ew birin. Ji ber fezlekeyên der heqê Taşdemîr de hatine amadekirin, biryara girtina wê hebû.