Bayik: Tirkiye li Sûriyeyê têk çûye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, operasyona Reqayê, bûyerên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê diqewimin nirxand û diyar kir, Tirkiyeyê li Sûriyeyê tercîheke şaş kir û şikest.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, operasyona Reqayê, bûyerên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê diqewimin nirxand û diyar kir, Tirkiyeyê li Sûriyeyê tercîheke şaş kir û şikest.

Bayik bersiv da pirsên ANF'ê yên li ser mijarê.

Hevserokê Konseya Rêveber da xuyakirin, ku gelek hêz xwe li destwerdana Reqayê radikişînin û got, "Tirkiye heta ku di destwerdana Reqayê de cih negire û lê bi bandor nebe, wê di polîtîkay Sûriyeyê de jî bêbandor bimîne. Lewma Tirkiye bi bandora li nava operasyona Reqayê re dixwaze hem Şoreşa Rojava bifetisîne, hem jî bandora xwe ya li ser Sûriyeyê xurt bike. Ji ber vê yekê, ji bo cih di nava destwerdana Reqayê de bigire, bi her awayî şantaj li DYA, li hêzên koalîsyonê kir. Wekî din, hewl da ji nakokiyên navbera DYA û Rûsya, DYA û Îranê, Sûriyeyê sûdê werbigire. Lê belê hêzên koalîsyonê ji ber ku ji polîtîkayên Tirkiyeyê bawer nakin, nexwestin Tirkiye di nava vê pêngava girîng de cih bigire. Li aliyê din, Rûsya, Îran û Sûriyeyê piştî derxistin a mûxalîfan ji Helebê çav berdan Reqayê. Pêngava dawî ya li Palmîra jî parçeyek ji vê yekê ye. Lê belê ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên koalîsyonê berê dest bi operasyona Reqayê kirin, di mijara Reqayê de însiyatîf ket destê van hêzan."

GIRÎNGIYA OPERASYONA REQAYÊ

Bayik diyar kir, operasyona Reqayê bêguman krîtîk e û ev nirxandin kir: "Operasyona Reqayê wê yekser bandorê li herêma heta sînorê Iraqê bike, ku Dêrazor jî di nava vê de heye. Ji vî alî ve operasyona Reqayê hem ji aliyê giştiya Sûriyeyê, hem jî ji aliyê bandora li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê û bandora li polîtîkayên Iraqê derfetan dafirîne. Êrîşa Tirkiyeyê bi PDK'ê re li dijî Şengalê, pêwendiya xwe bi operasyona Reqayê û kontrolkirina rojhilatê Sûriyeyê ve heye. Êrîşa çeteyan a li dijî Şengalê, hewldanek ji bo sabotekirina operasyona hêzên koalîsyonê û QSD'ê ya Reqayê bû. Bi vî rengî xwestin hêzên QSD'ê mijûl bikin û pêşî li operasyona Reqayê bigirin. Lê nekarî bandorê lê bikin. J ber ku hêzeke gelekî girîng a QSD'ê li qadê heye. Ji xwe ji sê eniyan ve dor li Reqayê hatiye girtin. DAIŞ di rewşa heyî de herî zêde li eniyên başûr û başûrrojhilat tevdigere. Ji ber ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê li herêmên girîng heta sînorê Iraqê bi bandor in, ji ber ku Şedaddê û Hol di nava kontrola Bakurê Sûriyeyê de ne û niha zextê li ser Dêra Zor dikin, hêzên QSD'ê yên bi hêzên koalîsyonê re tifaqê dikin di operasyona Reqayê de dike xwedî avantaj. Daxwaz û ferzên Tirkiyeyê nehatine qebûlkirin. Ji ber ku ketina Tirkiyeyê nava Reqayê wê were wateya pêşîgirtina li guhertineke bingehîn a li Reqayê. Danîna pêwendiya Tirkiyeyê bi Reqayê wê were wê wateyê, ku navê xwe çi dibe bila bibe, bandora çeteyên olperest ên dijminê demokrasiyê, zêde bibe. Ji ber vê yekê, di navbera ketina Reqayê destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û ketina destê Tirkiyeyê de, ji aliyê siyasî ve encamên xwe yên gelekî cuda û girîng hene. Girîng e ku Reqa di bandora kê de be. Lewma dervemayîna Tirkiyeyê ne tenê ji bo Reqayê wê di heman demê de bandora wê ya li Sûriyeyê kêm bike û pozîsyon û destê hêzên demokratîk li gelemperiya Sûriyeyê xurt bike.

Rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, beriya her tiştî wê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di asteke girîng de ewle bike. Di heman demê de rizgarkirina Reqayê wê bike ku hêzên demokratîk li herêmên rojhilatê Sûriyeyê yên li ser sînorê Iraqê hê bi bandor bibin. Wê derketina rejîmeke demokratîk li Sûriyeyê misoger bike. Xurtbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, xurtbûna bandora vê hêzê li rojhilatê Sûriyeyê wê giraniya hêzên demokrasiyê li herêmên din ên Sûriyeyê jî zêde bike. Çi bi lihevkirinê çi jî bi peymanê be, wê guhertineke demokratîk a li Sûriyeyê, Sûriyeyeke nû bafirîne. Ji ber vê yekê girîng e ku Reqa ji aliyê kê ve bê rizgarkirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihandin, demokratîkkirina Reqayê wê di heman demê de bandoreke demokratîk li Rojhilata Navîn bike û got, "Ev rewş wê karakterê otorîter û faşîst ê Tirkiyeyê hê zelal eşkere bike. Di rewşeke bi vî rengî de Tirkiye ya wê neçar bimîne demokratîk bibe, ya jî bi rê û rêbazên cuda hewl bide li herêmên cuda yên Sûriyeyê pirsgirêkan derxîne."

RIZGARKIRINA REQAYÊ JI ALIYÊ QSD'Ê VE WÊ BANDORA TIRKIYEYÊ QELS BIKE

Bayik anî ziman, rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve, wê bandora Tirkiyeyê qels bike ku dibêje Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk di bin bandora 'terorîstan' de ye.

Bayik got, "Bi rizgarkirina Reqayê re wê baştir bê fêhmkirin ku pirsgirêk ne serdestiya Kurdan a li cihekî ye. Wê her kes baştir bibîne ku pirsgirêk têkoşîna Sûriyeya Demokratîk e ku Kurd, Ereb, û hemû pêkhateyên ji Sûriyeyê di nav de cih digirin. Ji ber vê yekê, rewşa Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk wê hem li hemberî Tirkiyeyê, hem li hemberî Sûriyeyê, hem li hemberî Rûsya û Îranê, hem jî li hemberî hêzên koalîsyonê xurt bibe. Hêzên koalîsyonê wê êdî Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ber çavan bigirin. Wê êdî bi hêzên cuda re bazarî û nîqaşan nekin."

NEPÊKANE KU MINBIC JI TIRKIYEYÊ RE BÊ HIŞTIN

Di dewama axaftina xwe de Bayik bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li Minbicê dixwe û got, "Eger Tirkiyeyê hewl bida biketa Minbicê, wê di navbera hêzên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk/gelê herêmê û Tirkiyeyê de şer rû bida. Hêzên QSD'ê wê dagirkeriya Tirk qebûl nekiribûya. Ji ber ku di dema rizgarkirina Minbicê de bi sedan şehîd hatin dayîn, bi qasî hezar jî birîndar. Nepêkane ku niha Minbic were valakirin û radestî çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve bê kirin. Berevajî îdîayên Tirkiyeyê kesekî ji derve wê derê bi rê ve nabe. Minbic ji aliyê Minbiciyan ve tê birêvebirin."

EGER NE JI RÛSYA Û DYA BÛYA WÊ LI MINBICÊ ŞEREKÎ GIRAN RÛ BIDA

Bayik destnîşan kir, ku eger li wê derê destwerdana Rûsya û DYA nebûya wê niha şerekî gelekî giran li Minbicê rû bida û got, "Wê li hemberî dewleta Tirk şerekî giran bihata kirin. Bi giranbûna vî şerî re hêzên ku operasyona Reqayê dimeşînin, wê li şûna Reqayê berê xwe bidan vî şerî. DYA ev nexwest û dest li rewşê werda. Ji ber ku DYA dizane li Minbicê Meclîsa Gel a Minbicê heye, ew wê derê bi rê ve dibe. Daxwaza Tirkiyeyê ew bû; ku ew biçin û çeteyên wan lê bicih bibin! Yanî olperestên fanatîk bên! Ev yek wê li gorî berjewendiyên kê bûya? Ne DYA, ne hêzên koalîsyonê, ne Rûsya, ne jî rejîm ev dixwest. Divê rewşa li Minbicê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Eger Tirkiye zext û ferzên xwe bidomîne, ew der wê veguhere qada şerekî navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyeyê. Wê ji bo Tirkiyeyê bibe çiravek. Dibe ku niha Rûsya jî bi tundî tevnagere, DYA jî. Lê eger ferzên Tirkiyeyê zêde bibin û şer dijwar bibe, wê helwesta her kesî ya li hemberî Tirkiyeyê zelal bibe. Di rewşeke bi vî rengî de yê têk biçe wê Tirkiye be."

TIRKIYE TÊK ÇÛYE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, Tirkiye di rewşa heyî de li Sûriyeyê têk çûye û ev tespît kir: "Ji xwe nirxandina hemû çavdêrên siyasî bi vî rengî ye. Çav ji Tirkiyeyê re hat girtin ku Cerablûs û hin cihên Babê kontrol bike û bi vî rengî Tirkiye hatiye sekinandin. Ji aliyekî ve berpirsyarî daen Tirkiyeyê; mîna ku jê re bêjin 'tu êdî li wê derê ye, eger DAIŞ an jî hêzeke din li wir bi bandor be, berpirsyar tu ye'. Ev eşkere ye; piştî wextekê xwerakişandina li hev a Tirkiyeyê û hêzên din wê li vê herêmê bidome. Tirkiye jî wê xwe ferz bike. Lê belê nepêkane ku ev ferzkirin bi ser bikeve. Ji ber ku pozîsyona xwe xurt nîne. Tirkiyeyê wê bi vî rengî xwe ferz bikira; Bi girtina Minbicê re wê di operasyona Reqayê de bi bandor bûya. Piştî girtina Minbicê, ji ber ku herêmê dorfireh dike wê bigota 'Heta ku PYD'ê baskê PKK'ê bêbandor nekim ez ê ji vê herêmê dernekevim'. Di berdêla fetisandina Şoreşa Rojava û tasfiyekirina mafên Kurdan de wê mijara derketina xwe bixista bazarê. Ketina nava Cerablûs û Babê bi vî rengî kiriye. Bi bidestxistina van deveran re wê şantaj bikira. Lê belê ji ber bandora Hêzên Sûriyeya Demokratîk û helwesta hêzên koalîsyon û hêzên din ku Tirkiyeyê naxwazin, pêşî li hesabên bazariyê yên Tirkiyeyê girtin. Tirkiye êdî di ser Bab an jî Cerablûsê re nikare bêje 'eger hûn Şoreşa Rojava nefetisînin, PYD'ê neciqînin, filan hêzê bêbandor nekin ez ê ji vir dernekevim'. Xwedî vê hêza bazariyê nîne. Wê heta wextekê xwe ferz bike û pirsgirêkan derxîne. Bi cihkirina li nava bidestxistina Reqayê re wê di astengkirina demokratîkbûna Sûriyeyê de bibûya xwedî pozîsyonekê. Lê belê di vê mijarê de serketî nebûye. Lê wê hewl bide li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê, li pêşiya aştî û aramiya Sûriyeyê bibe asteng. Heta ku xwe demokratîk neke, ji ber ku ji demokratîkbûna Sûriyeyê ditirse, wê timî tevlîheviyê bike. Lewma di dema pêş de Tirkiye wê hewl bide tevlîheviyê derxîne û pêşî li afirandina Sûriyeyeke nû bigire. Nêzîkatiyên bi vî rengî wê bike ku Tirkiye û hin hêzên din li hember hev rabin. Ev yek jî wê Tirkiyeyê ji aliyê dîplomasî û siyasî ve qels bike."

ŞOREŞA HERÎ GIRÎNG A ROJHILATA NAVÎN LI ROJAVA PÊK HATIYE

Bayik ragihand, li Sûriyeyê gelek guhertinên bingehîn çêbûn; Sûriye êdî ne Sûriyeya berê ye û got, "Rejîma heyî çiqasî hewl bide jî wê nikaribe Sûriyeya berê bafirîne. Çeteyên bi maskeya Îslamî yên ser bi Tirkiyeyê hene, ev çete çiqasî hewl bidin jî wê êdî nikaribin Sûriyeyê bikin welatekî statukoparêz, zordar ku zextê li Kurdan û gelên din dike. Şoreşa demokratîk a li Rojava dest pê kir û li Bakurê Sûriyeyê belav bû, gelek tişt guherand."

Bayik anî ziman, ev şoerşa ku li dora nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirî, girîngtirîn şoreşa li Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir: "Li aliyê din Sûriye niha ser û bin bûye. Lewma nepêkan e ku Kurd li rewşa berê vegerin. Pirsgirêk ne bûyîna mîna berê ye. Mijar ew e, ku rewşa Kurdan wê çi be, mijara ku tê nîqaşkirin niha ev e. Ya jî têkoşîna wan wê çi be, mijar ev e. Ji xwe Rûsyayê ev rastî dît ku Kurd nikare mîna berê be, lewma ji bo dewamkirina têkiliyabi Kurdan re pêşniyara xweseriya çandî kir."

Bayik da zanîn, ku eşkere ye ev pêşniyar ne tenê ya Rûsyayê, ya rejîmê û Îranê ye û got, "Lê belê ev nêzîkatî pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê çareser nake; demokratîknebûnê îfade dike. Sîstemeke xwerêveberiyê, demokrasiya herêmî ku Kurd lê xwe bi xwe bi rê ve bibin, nayê qebûlkirin. Ev jî tê wateya qebûlnekirina demokratîkbûn û demokratîkbûna Sûriyeyê. Ji ber ku ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê pêwîstî bi demokrasiya herêmî heye. Pêwîste demokrasiya herêmî bi rêbazekê xwe nîşan bide. Ji xwe Kurdan, Ereban, Tirkmenan, Çeçenan û Suriyaniyan bi afirandina Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya demokratîk re nîşan dan ku ew demokrasiya herêmî, demokratîkbûnê dixwazin. Wê li vê derê ji her alî ve xwe bi xwe bi rê ve bibin. Yanî di nava federasyonê de wê herêmên xweser hebin. Niha kanton hene, herhal wê di nava federasyonê de li şûna kantonan, herêmên xweser weke sîstemekê bên destnîşankirin."

Cemîl Bayik anî ziman, eger wê Sûriyeyeke nû were avakirin, lazim e ev yek xwe bispêre karakterê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk û destnîşan kir, ku Sûriyeyeke bêyî xwerêveberiya Kurdan êdî ne ya qebûlkirinê ye.

PROJEYA AKP-PDK'Ê YA LI SER ROJAVA

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de bal kişand ser projeya AKP û PDK'ê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û ev nirxandin kir:

"AKP-PDK û DAIŞ'ê li ser mijara fetisandina Şoreşa Rojava li hev kiribûn. Dagirkirina Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve û vekişîna PDK'ê bêyî berxwedanê ji vê derê, li ser bingeha vê lihevkirinê çêbû. Di destpêkê de li ser mijara fetisandina Şoreşa Rojava li hev kiribûn. Baş e di berdêla vê de wê bida? Li gorî hin gotinên hatin ber guhê me, em dikarin vê bêjin; Di mijara şoreşa Rojava de PDK'ê û AKP'ê şirîkatî kirin. Di dawiya sala 2014'an de DAIŞ jî bi destê AKP'ê tevlî vê şirîkatiyê bû bû. Piştre di navbera DAIŞ û PDK'ê de pirsgirêk derket; şirîkatiya AKP, PDK û DAIŞ'ê nemeşiya. Di berdêla fetisandina Şoreşa Rojava de wê cihên petrolê yên weke Dêrik, Rimêlanê radestî PDK'ê bihata kirin. Ya jî di berdêla fetisandina Şoreşa Rojava de wê PDK ev herêm dagir bikira. Li gorî vê lihevkirinê wê herêmên din ên Rojava mîna Amûdê, Serêkaniyê, Kobanê radestî DAIŞ'ê bihata kirin. Gelekî dihat gotin ku lihevkirinek bi AKP'ê re hatiye kirin. Wekî din li gorî hin gotinan, PDK ji bo ku bi dewleteke Sûnî ya li başûr ava bike şer neke, li Şengalê li ber xwe neda.

Lihevkirin û peymanên ji bo fetisandina Şoreşa Rojava hatin kirin, bi ser neketin. DAIŞ ji xwe li pêşberî Şoreşa Rojava û Hêzên Bakurê Sûriyeyê şikest. Li aliyê din, peymana radestkirina herêmên petrolê yên Rojava ji bo PDK'ê, di berdêla hiştina Şengalê de, neçû serî. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo tinekirina destketiyan gelek polîtîka meşandin, provokasyon kirin, lê belê hemû jî pûç bûn. Destekkirina ENKS'ê û polîtîkayên derxistina tevlîheviyê jî neçû serî. Polîtîkayên dij bi şoreşê yên ENKS'ê ku di çarçoveya têkiliyên bi PDK û Tirkiyeyê re meşand, pûç bûn. ENKS veguherî hêzeke marjînal ku herî kêm bi qasî PDK'ê bi Tirkiyeyê re ketiye nava têkiliyeke ajantiyê. Di çavê gelê Kurd de veguheriye hêzeke ku bi dijmin re hevkariyê dike. Ji ber ku xwedî li şoreşê derneketiye, tevlî şoreşê nebûye. Eger tevlî şoreşê bûya, wê li Rojava bandoreke xwe hebûya, lê belê ji ber ku dijberî li şoreşê kir, marjînal bû."

ÊRÎŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ PÊNGAVA DAWÎ BÛ

Bayik anî ziman, polîtîkayên AKP û PDK'ê yên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi giranî pûç bûne û diyar kir, êrîşa dawî ya PDK'ê bi leşkerên xwe yên bi pere li dijî Şengalê, pêngava dawî bû.

Bayik got, "Wê leşkerên xwe yên bi pere bixistibûna nava Sûriyeyê û li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bidana şerkirin. Ji ber ku nepêkan bû ku bi rengekî din bikevin hundir. Tirkiyeyê jî wê tevlî vî şerê li dijî hêzên şoreşger bibûya. Êrîşa li Şengalê provokasyoneke bi vî rengî bû. Lê belê li Şengalê ji aliyê YBŞ û civaka me ya Êzidî ve hatin rawestandin. Di heman demê de gelek hêzan ev gava PDK'ê ya bi desteka Tirkiyeyê re xetere dîtin. Ji vî alî ve jî pûç bû."

TIRKIYEYÊ LI SÛRIYEYÊ TERCÎHA ŞAŞ KIR Û ŞIKEST

Li ser rewşa heyî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê Bayik got, "Tirkiye li Sûriyeyê şikestiye. Tirkiyeyê tercîha şaş kiriye û winda kiriye. Li gorî xwe tercîha xwe bi hêzên olperest, mezhebîperest ên mîna DAIŞ û El Nûsra kir. Qaşo ew ê li Sûriyeyê bi bandor bûna û li ser wê jî wê polîtîkaya xwe li gelemperiya Rojhilata Navîn bimeşanda. Lê ev têkçû, winda kirin. Gelo têkçûna wan ji vir nayê fêhmkirin? Yên ku her roj sixêf li Esad û Sûriyeyê dikirin, niha li lihevkirinê digerin; hewl didin bi Rûsya ya piştgiriyê dide Sûriyeyê re li hev bikin."

Bayik diyar kir, heta ku Tirkiye dijminatiyê li Kurdan bike, polîtîkaya xwe li ser dijberiya li Kurdan bimeşîne wê di polîtîkaya derve de her tim bixitime û got, "Ji ber ku nepêkane ku êdî her kesî bike şirîkê dijminatiya xwe ya li Kurdan. Piştî ku Kurdan li Sûriyeyê heta astekê mafên xwe bi dest xistin, wê hingî nikaribin Ereban jî tevlî şîrikatiya xwe ya dijminatiya li Kurdan bike. Eger li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê Kurd û Ereb nêzî hev bibin û ev yek wê Tirkiyeyê bêhtir tecrîd bike."

YEKANE RÊYA ÇARESERIYA POLÎTÎK, XETA NETEWEYA DEMOKRATÎK A RÊBER APO YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku ji bo Tirkiyeyê, Sûriyeyê û gelemperiya Rojhilata Navîn yekane rêya çareseriya polîtîk, xeta neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Bayik herî dawî got, "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome. Em di pêvajoyeke derbasbûnê de ne. Hevsengiyên berê ji hev ketine, hevsengiyên nû, statukoyên nû ava dibin. Kurd ji aliyê bîrdozî û polîtîk ve yekane gel e ku wê rêya derketina ji vê krîz û kaosê nîşan bide. Ji ber vê yekê, eger di vê demê de têkoşîn bê meşandin, wê serketin mezin be. Bêyî têkoşînê di vê demê de serketin nabe. Eger têkoşîn neyê meşandin, wê Kurd bên eciqandin. Lê belê eger Kurd di nava vê krîz û kaosê de li ber xwe bidin, wê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê em bawerin, têkoşîna li ser xeta Rêber Apo were meşandin, wê di sala 2017'an de destketiyên nû bafirîne. Li se vê bingehê em dibêjin, di xeta Rêber Apo de bi ruhê Newrozê EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN."