Bayik: Lûtkeya rizînê

Cemîl Bayik: Di rastiyê de li Stenbolê lidarxistina civîna bilind a mirovahiyê tê wateya rawestîna aqil û kirêtbûna wîjdanê. Doh li Cizîr, Silopî, Hezex, Sûr û Geverê tiştê hatin kirin niha li Şirnex û Nisêbînê pêk tên.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîkayê re ev gotar nivîsand:

“Civîna Bilind a Mirovahiyê tevî hemû nerazîbûnan jî li Stenbolê pêk hat. Careke din derkete holê ku dewlet ji bilî berjewendiyên xwe ti nirxê din li ber çavan nagirin. Li Stenbolê pêkanîna civîneke bi vî rengî cihê şermê ye. Her wiha bû civîna bilind a rizîna sîstema dewletparêzî jî. Li Tirkiyeya ku mirovahî li asta herî jêr e civîna mirovahiyê pêk tê. Vekirî dikare were gotin ku xiyaneteke mezin li têgîna mirovahiyê hatiye kirin. Navê ji vê civînê re guncaw û layiq a civîna bilind a hovîtî an rizînê bû. Ev civîn li ser bajarên rûxiyayî yên Kurdistanê Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn û Geverê û sivîlên li van bajaran hatin qetilkirin, pêk hat. Bû kongreya rewakirina êrîşên komkujer û hovane yên dewleta Tirk. Destek û erêkirin dane faşîzma AKP'ê ya komkujer. Skandaleke ji vê mezintir a cihê şermê gelo dibe? Yên ev civîn li dar xistin çawa dikarin di nava mirovahiyê de bigerin? Fahmkirina vê yekê ne hesan e. Yên tevlî vê civînê bûn, yên ev civîn organîze kirin ne di cudahiyê de ne ka li dij mirovahiyê sûcekî çawa dikin. Ji bo wan wê were gotin ev mirovahiya we jî ev civîna we jî bikeve binê erdê. 

Bi yên ev civîn guhdar kirin û beşdar bûn re ne têgihiştin, ne nirx, ne pîvan, ne jî mirovahî nikare were dîtin. Gotinên mîna netêgihiştî, bê edeb, çors û bêfedî ji wan re sivik tên. Li çavê mirovahiyê mêze kirin û tinazê xwe bi nirxên mirovahiyê kirin. Têgîna mirovahiyê xistin bin linga. Li dij mirovahiyê bêyî ku şerm bikin sûc kirine.  Êdî nirxê gotina rewşenbîran ên bûne wîjdanê mirovahiyê jî nemaye. Bi sedan rewşenbîr ên xwedî rûmet ku Noam Chomsky jî di nav de banga lidarnexistina vê civîna bilind a li Stenbolê kirin. Lê belê guhê xwe ji van bangan re girtin. Civîneke bilind a guhê xwe ji mirovahiyê re girt, pêk hat. 

Derdê Tirkiyeyê ne mirovahiyê ye. Neteweyên Yekbûyî bi şêwazekî ne berpirsiyarî derfeta civîn, propoganda û kirina demagojiyê da faşîstên ku her roj sûcê mirovahiyê pêk tînin. Her wiha derfeta tinazkirina bi wîjdanê mirovahiyê re da wan. Şêfê faşîst li ser kursiyê heqaret li hemû cîhanê kir. Xwedê dizane Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Merkel mîna ku rahmet li wan bibare gotine, 'ya rebî şukir'. Gelo ewqasî jî dibe? Rewşeke ku aqil û hişê mirov nikaribe bikişîne, pêk hatiye. 

Bi vê civînê re hate fahmkirin ku ji bo Neteweyên Yekbûyî û hin lîderan êşên mirovahî dikişîne ne girîng in. Kêfa van kesan li cî ye, karê wan rast e? Kurd mirî ye, Kurdistan hatiye xerakirin/şewitandin, li Kurdistanê komkujî pêk hatiye, ji van mêr û jinan re ne derd e. An li gor wan Kurd ne ji civaka mirovan in. Kirinên li dij Kurdan heger li dij heywanan hatibana kirin, hemû cîhan rabûbû ser piyan. Lê belê zilma li mirovên ku yekemîn çanda mirovahiyê, yekemîn civakbûna mirovahiyê afirand nayê dîtin. Tê xwestin hucreya kokê ya mirovahiyê bê tinekirin, lê ji vê yekê re bêdeng in. Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Angela Merkel re wê were pirsîn, ev çawa civîna bilind a mirovahiyê ye? An hûn nizanin ku hûn serokê çi ne an jî hûn nizanin ka beşdarî civîneke çawa dibin. Rêzdar Ban Ki Moon ev ji bo jiyana we û kariyera we wê bibe lekeyeke reş. Mirovahî wê vê kirina we ti caran ji bîr neke.  

Şêfê faşîst rojane sûcê mirovahiyê dike; berpirs û sucdarê herî mezin ê pirsgirêka penaberên Sûriyeyê ye. Lê belê şêfê faşîst radibe bi şêwazekî bê şerm dersê dide mirovahiyê. Bêşermiyeke wisa jî nabe. Mîna dayina dersa mirovahiyê ya wezîrê propogandayê yê Hîtler, wî jî dersa mirovahiyê daye Sekreterê Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîra Elman. Xuya ye dersa xwe baş standine. 

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê mafê mirovan di demeke nêz de der barê Tirkiyeyê de bi nerênî naxivî gelo? Di vê mijarê de rapor li ser raporê ji Neteweyên Yekbûyî re naçe? Gelo ev rapor di refên bi toz de tên rizandin? Rexne û sûcbariyên der barê Tirkiyeyê de gelo ne ji dil in û ji awirê re tên kirin. Dema ev tevkujî pêk hatin we dengê xwe nekir, qet nebê bi civînên wisa van tevkujiyan rewa nekin. 

Ev li ber çava ye ku êdî rewşa Neteweyên Yekbûyî gihiştiye asta lêpirsînê.  

Dan axaftina Tayyip Erdogan ku di her axaftina xwe de her tiştî ji Neteweyên Yekbûyî re dibêje tê wateya bê îradebûnê. Dema ev nêzîkatî tên dîtin mirov dixwaze bêje Tayyip Erdogan baş ji van dike. Di rastiyê de li Stenbolê lidarxistina civîna bilind a mirovahiyê tê wateya rawestîna aqil û kirêtbûna wîjdanê. Doh li Cizîr, Silopî, Hezex, Sûr û Geverê tiştê hatin kirin niha li Şirnex û Nisêbînê pêk tên. Nisêbîn bi balafiran tê bombebarankirin, li Nisêbînê her cure çekên nû tên bikar anîn. Her ku leşker û polîs wendahiya didin şer kirêjtir dikin. Nisêbînê bi erdê re dikin yek, her cure çek bikar tînin û dixwazin bi vî rengî tola wendahiyên didin bigirin. Lê belê beramberî tiştê li Nisêbîn û Şirnexê tên kirin û sûcên şer yên tên kirin bêdengiya saziyên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî cihê şermeke mezin e. Diyar e ku şêfê faşîst ne tenê azarê dide van saziyan, her wiha wan bêdeng jî dike. 

Şêfê faşîst vekirî dibêje ji min mafê mirovan û van kirîteran nexwazin, min pîvanên aborî û yên din yên Yekîtiya Ewropayê bicîh anîn, mijarên mafê mirovan û demokrasiyê we têkildar nake. Qaşo li Ewropayê bêalîbûna dadgeriyê, azadiya çapemeniyê, azadiya raman û rêxistinbûyinê pîvanên bingehîn in. Gelo faşîst Erdogan kîjan ji van binpê nekir! Gelo ji tevahiya burokrasiyê re negot destûra bingehîn û qanûn bila dest û lingê we girê nedin? Lê belê Ewropa ji kirinê şefekî wisa faşîst û hikûmeta wî re bêdeng dimîne. Diyar dibe ku ji bo Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên li Ewropayê ya girîng ew e ku Tirkiye di nava aboriya kapîtalîst de li gor xizmet û berjewendiyên wan tevbigere. 

Nirxên ku li Ewropayê demokrat û şoreşgeran bi têkoşîna xwe afirandin, di roja me de ji aliyê derdorên berjewendîparêz ve tên binpê kirin. Neteweyên Yekbûyî û yên beşdarî vê civînê bûn di serî de li dij nirxên demokrasî û mafê mirovan sûc kirine. Yên beşdarî lutkeya rizîbûnê ya li Stenbolê pêk hat wê li pêşberî dîrok û mirovahiyê werin darizandin.”