Bayik: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê hêza darbeyê her li ser kar be

"Rastiya Erdogan rastiya darbeyê ye. Dema jiyana Erdogan bê lêkolînkirin, wê ev rastî were dîtin. Bi rêya darbeyê bû desthilatdar û bi darbeyê vê desthilatdariya xwe diparêze."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê der bû, bi kêrî armancên siyasî yên AKP û Erdogan dike û got, Erdogan dixwaze 

Bayik bû mêvanê 'Bernameya Taybet' a MED NÛÇE û diyar kir, AKP bi têkoşîneke dijwar a li hemberî hêzên demokrasiyê hewl dide rejîma xwe ava bike.

ERDOGAN BI DARBEYÊ HAT SER DESTHILATDARIYÊ, BI DARBEYÊ HEWL DIDE DESTHILATDARIYA XWE BIPARÊZE

Bayik got, "Rastiya Erdogan rastiya darbeyê ye. Dema jiyana wî bê lêkolînkirin wê ev rastî were dîtin. Bi rêya darbeyê bû desthilatdar û bi darbeyê vê desthilatdariya xwe diparêze. Rêber Apo hişyariya 'Eger pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk neyê çareserkirin wê hêza darbeyê li Tirkiyeyê bikeve dewrê' dabû. Lê belê ji ber ku AKP bi darbeyê hat ser desthilatdariyê, ev hişyariyên Rêber Apo ji nedîtî ve hat."

Bayik diyar kir, eger AKP'ê ev hişyarî li ber çavan bigirta, diviyabû dest ji darbeyan berda û got, "Diviyabû rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd vekira. Halbûkî di zîhniyet û armanca wan de demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Pirsgirêkan bilêv dikin, lê çareser nakin. Ev yek rêbaza Erdogan û AKP'ê ye. Bi çaresernekirina pirsgirêkan re desthilatdariya xwe demdirêj dike. Erdogan ku rastiya wî rastiya krîzan e, bi afirandina krîzan hewl dide desthilatdariya xwe biparêze û bi vî rengî xwe bigihînin armancên xwe."

HEDEF NÎŞANDANA CEMAETA FETHÛLLAH GULEN, HEWLDANEKE XAPANDINÊ YE

Bayik diyar kir, ya di 15'ê Tîrmehê de qewimî, darbeya li dijî darbeyê bû, lê bi ser neket. 

Bayik ragihand, hedef nîşandana cemaeta Fethûllah Gulen a weke berpirsyarê vê darbeyê, xapandin û dereweke mezin e û got, "Bi vê yekê ve hewl didin rewşeke xapandinê li Tirkiyeyê derxînin holê. Hewl didin bi vê yekê ve rastiya xwe veşêrin. Rêxistinbûyîneke bi vî rengî ya Fethûllah Gulen, hêzeke wî ya di vê astê de darbeyê bike nîne. Ev xapandin e. Ji bo rêxistinbûna Fethûllah Gulen tesfiye bikin, vê dibêjin. her wiha dixwazin tevgera paqijkirinê jî meşrû bikin. Naxwazin kes li hemberî wan hebe. Kî li hemberî tevgera paqijkirinê derdikeve, weke Fethûllahî îlan dikin. Bi vî rengî her kesî sûcdar dike û nahêle deng ji kesî derkeve."

HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE, WÊ HÊZA DARBEYÊ HER LI SER KAR BE

Bayik di dewama hevpeyvînê de destnîşan kir, ku heta li Kurdistanê pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê li Tirkiyeyê hêza darbeyê her li ser kar be û got, "Eger li Tirkiyeyê darbe û darbeyên li dijî darbeyê tên kirin, sedema vê yekê neçareseriya pirsgirêka Kurd e.

Girîng e hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen, demokrat, sosyalîst, lîberal û tevahiya civaka Tirkiyeyê bi vê baş zanibin. Bi awayekî din rizgarî ji darbeyê nabe. Bi rengekî din nikarin di nava demokrasiyê de bi azadî bijîn. Bi salan e dibêjin qaşo wê pirsgirêka Kurd bi rêbaza leşkerî biqedînin. Polîtîkayên xwe yên hundir û derve yên li Tirkiyeyê li gorî vê yekê ava kirin. Hemû derfetên xwe ji bo vê bi kar anîn. Lê encam bi dest nexistin."

PIŞTÎ CIVÎNA NATO'YÊ ERDOGAN WINDA BÛ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser hewldanên vê dawiyê yên dewleta Tirk bi Rûsya, Îsraîl, Misir, Sûriye re dike û da zanîn, bi germkirina têkiliyan re hem xwest tecrîda li qada navneteweyî ya li ser xwe rake, hem jî pêşî li desteka navneteweyî ji bo darbeyeke gengaz a li hemberî xwe bigire.

Bayik got, "Bala xwe bidinê; Erdogan piştî ku ji civîna NATO vegeriya, êdî kesî wî nedît. Xuya ye amadekariya darbeya li dijî darbeyê dikir. Dema darbe hat kirin, hikûmet, wezîrên hikûmetê ti ji wan li holê nebûn. Her kes li cihekî bû. Belav bûbûn. Haya wan jê hebû, ku tedbîr girtin."

NE DAXWAZA GEL E, ROJEVA WÎ BI XWE YE

Bayik bal kişand ser nîqaşên anîna "cezayê îdamê" ku piştî hewldana darbeyê Erdogan û rayedarên AKP'ê weke gefekê bi kar tînin.

Bayik destnîşan kir, ku Erdogan vê rojeva xwe weke 'daxwaza gel' bi nav dike û got, "Madem tu daxwazên gel esas digire, gelê Kurdistanê jî daxwaza xwerêveberiyê kir, te çima ev daxwaz qebûl nekir? Li hemberî daxwaza xwerêveberiyê bi balafir, tank, top, komkujî, koçberkirin û wehşetê bersiv da. Ev yek nîşan dibe bê Erdogan çiqasî durû ye. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne. Got, 'garantiya demokrasiyê kolan e, gel e'. Baş e eger gel e, çima dema em banga daketina kolanan dikin ev yek dibe xiyanet? Çima dema HDP û çepa Tirkiyeyê bang dike, ev dibe xiyanet?"

Bayik ragihand, bi îdamê dixwazin çavên her kesî bitirsîne û got, "Lê belê yên xeteriya îdamê dane pêş çavên xwe dikarin li hemberî rejîma Erdogan bisekinin. Di nava civakê de her kes nikare xeteriya îdamê bide pêş çavên xwe. Bi tenê çend ji pêşengên civakê dikarin vê bikin."

ERDOGAN JI TÊKOŞÎNA ENIYA DEMOKRASIYÊ DITIRSE

Bayik diyar kir, dijminatiya li Kurdan li Tirkiyeyê bûye qanûna mayîna li ser desthilatdariyê û got, "Cûnta ji bo Kurdan nayên ti wateyê. Li şûna cûntayekê cûntayek din tê. Şerê ku yek dimeşîne, yê din hinekî din dijwar dike. Lewma ji nû ve cihgirtina Ergenekoniyan di nava artêşê de wê tiştekî zêde neguherîne.

Erdogan ditirse ku eniya demokrasiyê xwe komî ser hev bike û têkoşîna xwe mezin bike û got, "Dibe ku 50-60 hezar, belkî zêdetir jî mirovan binçav bike, bigire. Wekî din xizmên van jî hene. Hêzên demokrasiyê, Kurd hene. Lewma hêzên li dijî dîktatoriya Erdogan têbikoşin ne kêm in. Hinekî ji hev belav e. Eger li hev bicive wê karibe rê li ber pêşketinên mezin veke."