Bayik: Berdêlê azadiyê çi dibe bila bibe em ê bînin

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê di mîtînga li Strasboûrgê de axivî, wiha got: “Daxwaza azadiyê ya gelê me û dostên me berdêlê wê çi dibe bila bibe em ê bi cih bînin.”

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê di mîtînga li Strasboûrgê de axivî, wiha got: “Daxwaza azadiyê ya gelê me û dostên me berdêlê wê çi dibe bila bibe em ê bi cih bînin.”

Di mîtînga bi boneya 17. salvegera bi komployek navneteweyî ve dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê hat lidarxistin û bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî pêk hat de, parlamenterê berê yê PE Françoîs Wûrtz, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivîn. Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik jî bi rêya sînevîzyonê axivî.
Kartal got berdêlê wê çi dibe bila bibe wê Kurdistan azad bibe, wiha peyam da: “Divê Erdogan baş bizanibe, gelê Kurd di pêşengiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd de gelek hikûmet û artêş têk bir. Dor a Erdogan e.”

Di mîtîngê de Serokê berê yê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropa Françoîs Wûrtz mafê axaftinê wergirt, got bi Rêberê Gelê Kurd û HDP’ê re di nav piştevaniyê de ne. Wûrtz got ji bo rawestandina xwîna li Cizîr, Silopiya û Sûrê hewldanan raber dikin, bang li Fransa, welatên Ewropa û endamên NATO’yê kir ku demildest li hember hovîtiya dewleta Tirk bikevin nav tevgerê.

Wûrtz, anî ziman ku Bakurê Kurdistanê bûye ‘Sûriyeyek duyemîn’, Ewropa ji ber hevkariya bi Erdogan a bi berdêla penaberan jî bi zimanekî tund rexne kir. Wûrtz bi zimanekî tund Erdogan jî rexne kir, destnîşan kir ku Ocalan qasidê aştiyê ye, Erdogan jî qasidê şer e. 

KARTAL: GELÊ KURD JI BO AZADIYA RÊBER APO BERXWEDANA MEZIN DIDE NÎŞANDAN

Di mîtîngê de Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivî û wiha got: “Ev 17 sal in Rêber Apo di şert û mecên giran de ji bo azadiya gelê Kurd berxwedaneke mezin dimeşîne. Rexmê vê tecrîdê jî ji bo azadiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn tiştên ji destan tê dide meşandin.”

Kartal diyar kir, Ocalan ji bo azadî û aştiyê destkeftiyên mezin afirand, lê Erdogan û dewleta Tirk ev hemû destkeftiyên aştiyê ji nedîtî ve hat. Kartal wiha anî ziman: “Ocalan ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê bi hev re bijî gelek hewl da. Lê, dewleta Tirk weke qetlîama Dêrsimê îro jî qetlîaman dike û dixwaze îrade û vîna gelê Kurd bişkîne.”

Ramzî Kartal da xuyakirin ku dewleta Tirk nêzîkatiyên xwe yên li hember rêveberiyan ên di serî de li hemberî Sûr û Cizîrê jî li Îmraliyê jî heman nêzîkatiyan didomîne. Rexmê van jî tevgera Kurd û bi şoreşa Kurdên Rojava re pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn dikin.

Kartal diyar kir ku pêşketinên li Rojava û Bakur, dewleta Tirk xwe lê ranegirt û dixwaze tevgera azadiyê bifetisîne û wiha diyar kir: “ Dixwazin bi êrîşên di serî de li hember Sûr, Cizîr û xwerêveberiyan encam bigirin. Li hemberî vê jî em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û encamê bigirin.”

 ‘GELÊ KURD GELEK HIKÛMET Û ARTÊŞ TÊK BIRINE; DORA ERDOGAN E’

Hevserokê Kongra-Gel anî ziman ku sala 2016’an ji bo Ocalan û gelê Kurd salekî gelekî girîng e û wiha got: “Erdogan bila baş zanibe, di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd de gelek hikûmet û artêş têk çûne, dora Erdogan e.”

Remzî Kartal bi zimanekî tûnd bêdengbûna Ewropa ya li hember qetlîaman li Kurdistanê tê jîyîn şermezar kir û wiha anî ziman: “ Ewropa bi bêdengbûna xwe çawa cih li gel Tirkiyeyê di komployê de girt, îro jî bi bêdengbûna xwe di qetlîaman de rol lîstina xwe didomîne.”

Kartal herî dawî ev peyam da: “Berdêla wê çi dibe bila bibe Kurdistan wê azad bibe û wê berxwedan li her deverê bilind bibe.”

BAYÎK: BERDÊLA DAXWAZA AZADIYÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BÎNIN

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayîk bi peyamek dîmenî beşdarî mîtînga protesokirina komploya navneteweyî bû û komploya navneteweyî şermezar kir û berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir. Bayîk diyar kir, Kurdên li Ewropa divê bi ruhê berxwedana komploya 1999’an de, bi heman ruhî ve xwedî li berxwedana li Cizîr, Sûr û herêmên din ên berxwedan lê hene derkevin.

Bayik wiha got: “ Ji bo daxwaza azadiya gelê me û dostên me çi berdêl pewîst bike jî em ê bi cih bînin” û bal kişan ser van nuqteyan: “ Erdogan û hinek welatên ku piştgirî didin wî dixwazin di Kurdistanê de bi polîtîkayên înkar û qirkirinê ve bigêjin armancan. Qirkirinê ku li ser Ermenî û Asûriya peş xistin îro dixwazin li ser Kurdan jî pêş bixin û wek Lozanê ketin nava liv û tevgerekî ku encam bigirin.”

Cemîl Bayik bal kişand ser berxwedana Bakurê Kurdistanê û wiha got: “ Li hember vê siyasetê gelê me li ber xwe dide û berdêlên pir giran dide. Cizîr ji bo vê mînak e. Li Cizîrê mirovayatî tê qetîlkirin”

Bayik destnîşan kir ku ew ê tola qetlîama ku rû daye hilînin, hemû Kurdên bi wijdan û bi rûmet pewîst e li hemberî van qetîlamên ku tên kirin bêdeng nemînin.Cemîl Bayik got ku, dewleta AKP’ê niyaza heye ku qetlîaman li cihên din jî pek bîne û Hezexa ku îro di rojevê de ye, mînak da.

Bayik diyar kir ku, sala 2016’ an de li hember komployê û qetlîaman berxwedan wê bigihêje asta herî jor û wiha berdewam kir: “ Dixwazin Reber Apo tenê bihêlin, gel parçe bikin û bigehejin armancên xwe. Dixwazin her wek bi komployê rexistina me jî tasfiye bikin. Bes em ê di 18’mîn salvegera komployê de, komployê têk bibin û têkoşîna xwe hê mezintir bikin.”

Bayik Kurdistaniyên ku ji bo komployê vala derbixin jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “ Çawa  ku gelê me di 1999’an de ji bo komployê vala derbixe, rabû ser piyan, îro jî pewîst e ji bo Cizîr, Sûr û bajarên din jî rabin ser piyan.”

Bayik herî dawî jî bal kişand ser yekîtiya neteweya Kurd û pewîstiya yekbûna navxweyî a Kurdan û hem jî girîngiya tifaqa hêzên Demokratîk ên Tirkiyeyê.