Bayik: AKP dijminê Kurdan e

"Eger êrîşa li dij Amedê êrîşeke li dij hemû Kurdewariyê ye, divê hemû Kurd rabin ser piyan û destekê bidin berxwedana gelê Amedê; divê dost dijmin herkes bibîne ku îradeya Kurd nayê şikandin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser dijminatiya AKP'ê ya li gelê Kurd û êrîşa li dijî Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê weke êrîşa li dijî hebûn û vîna gelê Kurd bi nav kir.

Bayik da xuyakirin, ku AKP dixwaze weke xeleka dawî ya plana desteserkirina şaredariyan, derbê li şaredariyên bajarê mezin bixe û li dijî vê yekê banga berxwedanê kir.

Nivîsa Bayik a li ser mijarê di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin, bi vî rengî ye:

"Desthilatdariya AKP’ê di dîroka Tirkiyeyê ye de desthilatdariya herî faşîst û dijminatiya Kurdan dike ye. Li dewsa demokratîkbûn an pêşketinên din ên polîtîk bimeşîne, desthilatdariya xwe bi tinekirina Kurdan ve girê daye. Bi meşandina dijminatiya Kurdan û êrîşên tinekirina Tevgera Azadiya Kurd hewl dide desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Ji ber ku AKP desthilatdariya xwe bi çewisandina Kurdan ve girê daye, ji bo Kurdan bûye desthilatdariya tevkujer. Bi vê taybetmendiya xwe wê mîna desthilatdariya ji bo Kurdan herî xeter a di sedsala dawî de cihê xwe di dîrokê de bigire. Tevahiya dîroka Komara Tirk bûye dîroka di tevkujiyê re derbaskirina Kurdan; lê belê ev mîna polîtîkaya dewletê mîna hedefeke li demê hatibê belavkirin girtine dest.

Lê belê ji ber ku AKP hikûmeteke ku nawxaze desthilatdariyê ji dest berde, meşandina desthilatdariya xwe jî bi dijminatiya Kurdan ve girê daye, her cure zext û polîtîkaya zilmê bi şêwazekî bêperwa dimeşîne. Ev polîtîkaya dijminatiya Kurdan ji aliyê MHP´ê û hemû dijminên din ên Kurdan ve tê destekkirin. Bi vê yekê re hem desthilatdariya xwe didomîne, hem jî di dijminatiya Kurdan de serî li rê û rêbazên ku heta niha ti desthilatdariya bikar neanîbûn dide. Dema gel dibêje 'ez ê kolan û taxa xwe bi rê ve bibim' li dij vê yekê êrîşên pêk tîne, rûyê rast yê desthilatdariya AKP’ê bi hemû zelaliyê radixe berçavan. 

Desthilatdariya AKP’ê ne yek ji hikûmetên Komara Tirk e. Li Tirkiyeyê avakirina sîstemeke nû ya hegomonîk daye ber xwe. Ji aliyê îdeolojîk, siyasî û sazîbûn ve piştî ku komara kevin hate derbas kirin AKP di bingehê lêgerîna îdeolojî û têgihiştina siyasî de ketiye nava hewldanên avakirina sîstemeke nû ya hegamonîk. Avakirina sîstemeke nû ya hegomonîk jî tenê dikare bi berterefkirina daneheva demokratîk a bi dehan salan di encama têkoşîna li Tirkiyeyê de hatiye bidest xistin mumkin be. Ji ber ku avakirana sîstemeke hegamonîk tenê bi dijberiya demokrasiyê dibe. Ji ber vê yekê jî divê hêza demokrasiyê ya Kurd ku hêza herî dînamîk a Tirkiyeyê ye biperçiqîne. AKP niha jî bi êrîşkirina dînamîkên demokrasiyê yên Kurdan dixwaze astengiyên li pêşiya avakirina sîstema hegemonîk a tevkûjer ji holê rake.

Bi êrîşkirina Kurdan re dixwaze rê li bûyina sîstemeke demokratîk a Tirkiyeyê bigere. Ji ber ku mercên bûyina sîstemeke demokratîk a Tirkiyeyê hîn bêhtir in. Bijarkeke bi vî rengî wê bihêle ku desthilatrariya hegemonîk a AKP’ê difikire bibe xeyal. Ji xwe ji bo vê yekê di ser dijminatiya Kurdan re dixwaze sîstema xwe ya hegemonîk saz bike. Lê belê hebûn û têkoşîna Kurdan demokratîkbûnê ferz dike. Ji ber vê yekê  AKP ji bo zihniyet û armancên xwe li gor bûyina dijminatiya Kurdan xwe saz kiriye. Dijminatiya Kurdan ji bo AKP’ê ne bijarkeyek e, wergeriyaye mecbûriyetekê. Nerîna siyasî çi dibe bila be divê hemû Kurd vê rastiya AKP’ê baş fahm bikin û li gor wê helwesta xwe nîşan bidin. 

Herî dawî ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve binçavkirina hevserokên şaredariya Amedê, bûye lûtkeya herî bilind a dijminatiya Kurdan. Ji ber ku Amed her tim bûye sembola îradeya jiyana azad û demokratîk a Kurdan. Ji ber vê yekê jî êrîşa li dijî hevserokên şaredariya Amedê tê wateya êrîşa li dijî hebûn û îradeya gelê Kurd. Di şexsê Amedê de îradeya tevahiya gelê Kurd dixin bin piyan. 

Êrîşa li dij vê sembolê êrîşeke bi zanebûn û plan a şikandina îradeyê ye. Çawa ku cuntaya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê di şexsê girtiyên di zîndana hejmar 5 de xwest îradeya tevahiya gelê Kurd bişkîne, divê êrîşa desthilatdariya AKP’ê ya li Amedê jî wisa were dîtin. 

Li dij vê êrîşê jî bi giyan û biryardariya berxwedêrên zîndanê, bi giyana serhildana Amedê ya 2006’an, bi girêdana azadiyê ya fermandarê efsanevî yê berxwedana Sûrê Çiyager ku digot, 'Berxwedan a me jî, şehadeta me jî wê muhteşem be' û mîna sekna bi rûmet a Şêx Seîd a li ber sehpayê, êdî dem dema raperînê ye. Di vê pêvajoya dîrokî de ku zext û zilm zêde bûye, gefa tevkujiyê rojane li dij Kurdan tê bilêvkirin raperîneke bi vî rengî layiqî gelê Amedê ye. Li Amedê raperîn tê wateya raperîna hemû Kurdên dildarê azadiyê. 

Di serî de yek ji hedefên desthilatdariya AKP’ê avêtina qayyumê ya ser Şaredariya Amedê bû. Le belê yek bi yek şaredarî kirin hedef û xwest nerazîbûnan kêm bike û plan kir ku darbeya dawî li şaredariyên bajarê mezin bixe. Niha ev plan xistiye dewrê. Ev ne tenê êrîşeke li dij şaredariya ye; parçeyekî êrîşa li dij tevahiya Kurdan e. Bi vê êrîşê re dixwaze îradeya Amedê ku di her derfetê de vîna xwe dide der bişkîne û li ser şikandina vê îradeyê jî hemû astengiyên li pêşiya meşandina mêtîngeriya tevkujer ya li Kurdistanê rake. 

Eger êrîşa li dij Amedê êrîşeke li dij hemû Kurdewariyê ye, divê hemû Kurd rabin ser piyan û destekê bidin berxwedana gelê Amedê; divê dost dijmin herkes bibîne ku îradeya Kurd nayê şikandin."