Baydemîr: Divê AKP ji Ocalan lêborînê bixwaze

Baydemîr, diyar kir ku Ocalan hişyariya ku wê darbe pêk were dabû AKP’ê, anî ziman ku AKP a ku guh nedan hişyariyên Ocalna û li ser vê re jî polîtîkayên tecrîdê pêk anîn divê ji Ocalan lêborînê bixwaze.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a navçeya Xelfetiyê, 1. Kongreya xwe ya asayî li dar xist. Perlementerên HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, hevşaredarên navçeya Xelfetî Mûstefa Bayram û Ayşe Dûrmûş, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên HDP û BDP’ê yên Xelfetî û Bçrecuk, nûnerên DÎSK û Egtîm Sen ên Xelfetiyê jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Salona ku kongre hate lidarxistin bi alên HDP’ê û rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Ji beriya dest bi kongreyê bikin ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê di serî de Hevserokê berê yê HDP’ê yê navçeya Xelfetiyê Ahemt Sonmez axivî.

Piştî hilbijartina dîwanê û şûn de raporên girêdayî xebat û rêveberiyê hatin xwendin. Piştre Endamê PM û HDP’ê Mehmet Karayilan ê ku di dîwanê de cih digire têkildarî kongreyê agahiyên teknîkî parvekir û pêvajo nirxand. Piştî Karayilan Hevşaredara HDP’ê ya bajarê Rihayê Ayşe Surucu axivî. Surucu da zanîn ku di serî de Gelê Kurd û gelên ku li gel demokrasî û aştiyê cih digirin di demekî pir zehmet re derbas dibin. Surucu bal kişand ser darbeya ku 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê pêk hatî û anî ziman ku darbeya bingehîn di hilbijartina 7’ê Hezîranê de di hilbijartina giştî de rê nedan ku hikûmet bê avakirin, darbeya siyasî ya ku ji aliyê AKP/Qesrê ve pêk hatiye û di encama polîtîkayên AKP’ê de darbeya leşkerî jî pêk hatiye. Surucu destnîşan kir ku daybeyek hate kirin û wiha got: “Duh li Kurdisanê qetlîam dihatin kirin, yên ku van qetlîaman kirin hatin xelatkirin, eniya wan maçkirin. Îro darbe çêbûye! Di bin navê darbeyê de di çarçoveya şanoya ku tê lîstin de Erdogan li hemû nuqteyan zilamên xwe bi cih dike. Seneryoyekî bi zanabûn tê lîstin li holê ye. Bi darbeyê re tecrîda ku li ser Ocalan re jî hê kurtir bû. Em ne li gel darbeyê ne û ne ji li gel yên ku darbeyê dewam dikin in. Xeta me, wekhevî,azadî û demokrasiye. Emê heta dawî li ser xeta xwe bimeşin.

‘EGER KU DARBEKAR BIKETIBAN HINDIRÊ JÊRZEMÎNA MECLÎSÊ WÊ YEKE HED’ÎYAN QETILBIKIRBA’

Piştre Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî diyar kir ku partiya wan têkoşîna wekhevî û azadiyê didin, divê çarçoveyê de rêveberên partiyê her tişt dane ber çavên xwe bi fedekariyekî pir mezin kar dikin. Baydemîr têkildarî hewldana darbeyê jî wiha anî ziman: “Derbekar eger ku şeva darbeyê biketiban Meclîsê û bigihştiba parlementerên ku di meclîsê de, yên ku yekem qetilkiriba wê wekîlên HDP’î bana. Eger ku darbekar bigihiştiba armanca xwe, ez nizanim em ê sax buyan an ne? Ez dixwazin bi dengekî bilind îfade bikim ku darbe û darbekar xwestine siyaseta legal bifetisînin. Darbe û darbekar di vê wateyê de antî demokraîtk û komên ku ji demokrasiyê para xwe negirtine. Bi vê darbeyê hate nîşandan ku carekî din jî Birêz Ocalan heq derket. Birêz Ocalan di warê mekanîzma darbeyê de tim hişyarî dida. Eger ku ew hişyarî piştguh nehatiba kirin îro wê darbe pêk nehatiba û bi sedam kesên bê guneh nedihatin kutşin.”

 ‘DIVÊ HIKÛMET JI OCALAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE’

Baydemîr di dewam axaftina xwe de diyar kir ku eger desthilata siyasî di mijara têkoşîna li dijî darbe û darbekaran bi samî be, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi lezgîn rake. Baydemîr wiha axivî: “Divê hikûmet ji Ocalan lêborînê bixwaze. Birêz Ocalan gotibû ku; ‘Eger ku masayê çareseriyê rabe û pêvajoyê xira bikin, wê mekanîzam darbeyê bikeve dewreyê û ti mafî nade ti beşên civakê. Edaleta darbeyê mîna çengên Ahatpotan mekanîza ku darbeyê plan kirî û lingên darbeyê jî mîna çegeên ahtapotan kete nava hemû mekanîzmên dewletê.’ li gorî vê îşaret û hişarî kirbû. Lê mixabin tevî van hemû hişyarîyan jî Birêz Ocalan ji 05’ê Nîsanê ve di nava tecrîdekî girankirî deye. Ji bo têkoşînê li hember mekanîza darbe û darbekaran encaq bi demokratîkbûnekî hevpar ava bikin, enceq bi vegerîna li ser maseyê muzakereyê mumkun dibe. Bi lezîn û bi zelalî dibêjim. Eger ku samî bin, hikûmeta AKP a ku bi tena serê xwe bûye desthilatdar ji beriya her tiştî wê li pêşiya darbeya leşkerî ya sala 1980’an têkoşîn bi Dirstûra Bingehîn re kiriba û wê kefenê reş ê ku Distûra Bingehîn li civakê kirî biçirandiba.”

HEVSEROK KORKMAZ Û ÇOBAN HATIM HILBIJARTIN

Piştî axaftinan û şûn de Koma Zarokan a Rojan ku di bin banê Navenda Jinan a Sara de xebatê xwe dimeşîne, bi erebaneyê helbest xwendin. Piştre rêveber hatin hilbijartin û çûn hilbijartinê. Di hilbijartina ku tenê bi lîsteyekê çûn hilbijartinê Fatma Korkmaz û Aydin Çoban ji bo hevserokatiya rêxistina HDP’ yê navçeyê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê karê yekem bi Baydemîr re çûn serdana mala sersaxiyê ya li taxan a girêdayî rêberiya navçeyê û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln ziyaret kirin.

 

...