Bavê Mazlûm Dogan jiyana xwe ji dest da

Bavê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan û Delîl Dogan, Kazim Dogan jiyana xwe ji dest da.

Bavê "Kawayê Hemdem" Mazlûm Dogan, Kazim Dogan li Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê ku tedawî lê didît, jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Dogan sibe li gundê Teman-Goman ê navçeya Dep a Xarpetê were definkirin. 

Bavê yek ji pêşengên PKK'ê ku ji aliyê gel ve weke "Kawayê Hemdem" hate binavkirin Mazlûm Dogan, Kazim Dogan li Kocaeliyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê ku hefteyek bû di bin tedawiyê de bû, jiyana xwe ji dest da. Wê ji bo Dogan îro li Mala Cem a li Taxa Esentepe ya navçeya Derînce ya Kocaeliyê merasîma cenazeyê were lidarxistin. Piştî merasîmê wê cenazeyê Dogan ji bo were definkirin bişînin navçeya Depê ya Xarpetê. 

Wê cenazeyê Dogan sibe danê nîvro li gundê Teman-Goman a Depê li kêleka gora yek ji pêşengên PKK'ê Delîl Dogan were definkirin.