Başaran: Kî bêdeng be, ew hevparê sûcê li Xerabê ye!

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir, her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê ji bo Xerabê dengê xwe bilind bike û got, yên bêdeng bimînin, wê hevparê sûcê li Xerabê bin.

Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ev 13 roj in derketina derve qedexe ye û gund ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dagirkirin. Agahiyeke zelal ji gund nayê girtin. Li gorî agahiyên bi rêya xizmên gundiyan gihîştin ber dest, trajediyeke însanî li gund heye.

Heyeta ji HDK, KCD û DBP'ê, ev 4 roj in li cihekî bi 15 kîlometreyan dûrî gund e, nobedê digire.

Yek ji nobedaran jî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran e. Başaran ji ANF'ê re axivî.

'HÊ AGAHÎ JI BINÇAVKIRIYAN NÎNE'

Başaran bibîr xist, qedexe û dorpêçiya li li gundê Xerabê Bava ev 13 roj in dewam dike û got, "Em agahiyan ji kesên beriya niha ji gund derketin digirin; ji ber ku em li cihekî dûrî gund in. Nahêlin ku em xwe nêzî gund bikin. Hê jî destûr nayê dayîn ku mirov ji xaniyên xwe derkevin derve. Agahiya mirovan ji cîranên xwe jî nîne. Zexteke gelekî giran li gund heye. Ev gund debara xwe bi giranî bi xwedîkirina heywanan dike. Beşek ji heywanên li gund niha telef bûne. Av û xwarin bi destê gundiyan nakeve. Hemû mêrên li gund hatine binçavkirin. Li gund tenê extiyar, jin û zarok mane. Bi ti awayî agahî ji kesên hatine binçavkirin nayê girtin."

'REWŞA ZAROKAN Û NEXWEŞXAN ÇI YE?'

Başaran bal kişand ser nûçeyên derew ên di çapemeniya Tirk de tên weşandin û got, "Îdîaya ku dibêjin, 'li gorî ewlekariya jiyan û malê gel tevdigerin' derew in. Li gorî dîmenên gihîştine ber destê me, xaniyên gundiyan tên şewitandin. Timî ambûlansek dikeve nava gund û jê derdikeve. Em dibînin kepçeyên normal û zirxî diçin gund. Em nizanin bê ambûlans ji bo çi diçin. Kî birîndar e, em nizanin. Em nizanin bê bi kepçeyan çi û ku derê xera dikin. Em nikarin xwe bigihînin rayedaran. Eger li gundekî 13 rojan derketina derve hatibe qedexekirin û destûr nayê kes bikeve nava gund, hingî li wir pirsgirêkek heye. Em ji pêvajoyên beriya niha, bi vê dizanin. Eger tiştekî ku tê veşartin tinebe, wê demê ev astengî ji bo çi ye? Eger mexdûriyeta gel nebe, wê demê çima çûn û hatin qedexe ye? Mirov hewl didin xwe bigihînin me û dixwazin derkevin, lê destûr ji wan re nayê dayîn. Rayedar jî îdîa dikin, ku kengî bixwazin dikarin derkevin."

Başaran da xuyakirin, ku bi van operasyon û zextên li Kurdan tên kirin re, desthilatdarî ruhê neteweperestiyê geş dike û wiha dewam kir: "Ev mijareke siyasî nîne. 13 roj in gundek hatiye dorpêçkirin. Ev 3 roj in jî me kesekî ji gund derketiye nedîtiye. Qet zarok li vî gundî nîne? Qet nexweşek nîne? Çima destûr nayê dayîn ku kesek derekve? Divê bersiv ji vê re bê dayîn. Bila kes xwe nexapîne. Her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê dengê xwe bilind bike. Her tişt li pêş çavan e. Bila kes nebêje; me nezanîbû, me nebihîstibû. Yên ku îro li ber van binpêkirinan ranebin, ew jî hevparê vî sûcî ne."