Baroya Amedê: Gelê me ne bi tenê ye

Endamên Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê ku ji bo piştevaniya bi malbata Dedeogûllari ya li Konyayê ji aliyê faşîstên Tirk ve hatibûn qetilkirin ji bo rojekê ‘Nobeta Edaletê’ dabûn destpêkirin çalakiya xwe bidawî kirin.

Çalakiyê protestoyî û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari yên li navçeya Merama Konyayê hatin qetilkirin didomin. Hema piştî ku qetlîam pêk hat endamên Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê li ber Salona Konferansê ya Tahir Elçî ji bo rojekê dest bi ‘Nobeta Edaletê’ kiribû. Îro endamên komîsyonê bi daxuyaniyekê dawî li nobetê anîn, qetlîam şermezar kirin û gotin ku ew ê dozê bişopînin.

Li ser navê Komîsyonê Parêzer Eyup Aydenîz axivî û diyar kir ku li navçeya Merama Konyayê li hemberî malbata Kurd qetlîameke nijadperest pêk hatiye û wiha pêde çû: “Em bi tundî wan êrîşan şermezar dikin. Ji duh şev heya niha me li vê derê nobeta edaletê girtiye. Niha jî li vê derê nobeta xwe bi dawî dikin. Ji vê derê bang li raya giştî dikin; em van êrîşan qebûl nakin û şermezar dikin. Ev êrîş ne destpêk bû û ne jî mixabin wê yê dawî be. Demek dirêj e ku gelê me bi van cûre êrîşan re rû bi rû dimînin. Em dixwazin ji desthilat, mixalefet û raya giştî re diyar bikin ku gelê me ne bê xwedî ye. Her wiha em sersaxiyê ji malbatê û gelê me re dixwazin.”

Parêze Emîn Gokdemîr jî bi vî rengî axivî; “Weke hûn jî dizanin me wek Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê çalakiyek ya Nobeta Edaletê lidarxist. Duh şev li Meramê 7 kes hatin qetilkirin. Ji ber sedemê ziman û nasnameya wan, bi êrîşeke nijadperest ve hatin qetilkirin. Em dizanin ku gelek gel ji berê ve heya niha hebûna xwe çêkirine û mafên wan hene. Em dixwazin ku bila ti kes ji ber ziman û nasnameya xwe rastî êrîşan neyê. Bang li hikumet û dozgeriyê dikin ku ji bo cezakirina tawanbaran bikevin tevgerê. Ji bo ku careke din êrîşên wiha li hemberî Kurdan pêk neyê. Serê me hemûyan sax be.”