Banga 15'ê Sibatê li gelê Rojhilat hat kirin

Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, banga çalakiyan kir.

Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê ji ber salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatîfê ragihand, ku komplo di şexsê Ocalan de ji bo şikandina vîna gelê Kurd hatiye kirin.

DIVÊ HER DER BIBE QADA ÇALAKIYAN

Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê bang li gel kir, ku salvegera 17. a komploya navneteweyî bi çalakiyên cuda pêşwazî bike û got, "Rojhilatê Kurdistanê, ji ber nebûna pêşengekî xwe gelekî êş kişand. Di şexsê Rêber Apo de, ya ku di dîrokê de winda kir, careke din bi dest xist. Lewma her tim xwedî li Rêber Apo derket. Komploya li hemberî wî her tim şermezar kir. Di pûçkirina komploya navneteweyî de gelê Rojhilatê Kurdistanê roleke diyarker lîst. Niha jî ji bo komplo bi temamî ji holê were rakirin, gelê Kurd mora xwe li sedsala 21'an bixe û ji bo veguhere modeleke demokrasiyê, girîng e careke din wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Pêwîste nîşan bide ku xwedî li Rêber Apo derdikeve. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî 15'ê Sibatê-Roja Reş nerazîbûna xwe nîşan bide û her kesên di komployê de para xwe heye, şermezar bike."

Dİ 15'ê Sibata 1999'an roja revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Rojhilatê Kurdistanê bi sed hezaran mirov daketibûn kolanan û bi sedan ciwan tevlî nava refên PKK'ê bûbûn û komplo protesto kiribûn.