Bang li gelê Êlihê: Em berxwedanê mezin bikin; 14-15’ê Sibatê jiyanê rawestînin

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê, li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gel pêk tê û qetlîaman banga mezinkirina berxwedanê kir.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de êrîşeke li hember pêşeroja gelê me ye. Hêzên komploger, bi esareta Rêber Apo ve hewl dan Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi temamî tesfiye bikin û pêşeroja gelê me reş bikin, lê fedaiyên Apoyî û gelê me serî li ber komployê netewandin û li ber xwe dan.”

‘NE DEMA AXAFTINÊ, YA SERHILDANÊ YE!’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

“Rêber Apo tevî şertên 17 salin di Sîstema Êşkenceya Îmraliyê de jî hem bi xebatên xwe û fikrên xwe hem jî bi helwesta xwe ya berxwedêr ve ked û hewldanek bê hempa nîşan daye. Bi saya vê ked û seknê ve li hember komployê xeta têkoşînê xurt bûye û komplo vala hatiye derxistin. Di valaderxistina komployê de pêngava Rêber Apo, berxwedana şehîdên me û kedên gelê me xwedî rolek girîng in. Komployê hewl daye tevgera me tasfiye bike, lê berevajî tevgera me îro mezin bûye û êdî hatiye asta serketinê. Ev rewş nîşaneya herî mezin a valaderketina komployê ye. Tevî ev komplo bê heq û hiqûq e jî, hêzên komploger hê jî nerastiya xwe îfade nekirine, lêborîn nexwestine û berxwedana gelê me ya li hember qetlîam û qirkirinê ji nedîtî ve hatine. Di rewşa heyî de dewleta Tirk wehşetekê li Kurdistanê dimeşîne, lê ev hêzana li hember wehşeta li Kurdistanê bêdeng dimînin. Ev bi xwe nîşan dide ku hewl didin komployê bi rêbazên nû dewam bikin. Îro berxwedana li Sûr, Cizîr û tevahî qadên Kurdistanê, li dijî komployê mezinkirina xeta têkoşînê ye. Gelê me bi berxwedana xwerêveberiyê ve li Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn û Geverê dîrokê dinivîsîne.

Divê êdî her kes dengê Cizîrê bibihîse û li gor wê çi ji destan tê bike. Êdî dem dema serhildanan e. Pêvajo ne pêvajoya axaftinê ye.”

 ‘EM 2 ROJAN JIYANÊ RAWESTÎNIN’

Însiyatîfê ev banga kir: “Divê gelê Êlihê layiqî dîroka xwe be û îro rabe serhildanê ji tevahî Kurdistanê re pêşengiyê bike. Pêwîst e ji îro û şûn de her derê Êlihê veguhere qadên serhildanê. Ji ber vê jî divê roja Yekşem û Duşemê, 14-15’ê Sibatê jiyan bê rawestandin. Divê ti kes di vê pêvajoya ku komplo ewqasî bi kûranî tê jiyîn de û li Kurdistanê qetlîam hene bi awayekî normal dewam neke, guh bide dengê wijdanê xwe. Divê dikandar derabeyan veneke, ajokar qontaxan bigire, xwendekar dibistanan boykot bike, karker neçin kar. Divê her derê Êlihê veguhere qada çalakiyê. Heta komplo û qetlîam bi temamî tên rewastan divê serhildanên bê dem hebin. Pêwîst e dijminê faşîst bi ti awayî nekeve kolanên me, dest û lingê xwe bi rehetî di qadên me de nehejînin. Roj di pêşengiya ciwan û jinê de bi ruhê serhildanê daketina qadan e.

Faşîzm wê têk biçe, berxwedana xwerêveberiyê wê bi ser keve!”