Balefirên Tirk li Silêmaniyê li sivîlan da

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundekî Şarbajêr ê nêzî Silêmaniyê da. Li gorî saziya sivîl a civakî CPT’ê sivîlek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk li gundê Gelale yê li herêma sînor a Şarbajêr da. Tîmên Aştîxwaz a Xirîstiyan (CPT) diyar kir di vê êrîşê de kesê bi navê Ezîz Mihemed Resûl jiyana xwe ji dest daye.

CPT’ê got “Di êrîşê de du kes jî bi giranî birîndar bûne. Kesê jiyana xwe ji dest daye û kesên  birîndar bûne ji gundên Qamiş ên Şarbajêr in.”

Qaymakamê bajaroka Mawetê ya ku Gelale bi ser wê ye Kameran Hasan ji RojNewsê re axivî û got “Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker îro li gundê Gelaleyê da. Kesên sivîl ku bûne hedefan êrîşan ji bo berhevkirina pincarê çûne çiyayan.”

Hate diyarkirin balefirên şer 3 caran heman herêm bombe kiriye. Hê hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê daxuyaniyeke fermî nedane.