Balafirên şer Zap û Zagros bombe kir

Balafirên şer ên Tirk Zap û Zagros a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku îro berê sibehê artêşa Tirk Zap û Zagros a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê, bi balafirên şer bombe kirine.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Piştî her bombekirinê medyaya şerê taybet nûçeyên wiha dide ku dibêjin bi dehan gerîlayên me jiyana xwe ji dest dane. Vê carê jî medyaya şerê taybet a Tirk nûçeyên wiha dane ku dibêjin 34 windahiyên me hene. Divê gelê me û raya giştî guh nede van nûçeyên ne rast. Têkildarî qadên ku hatine bombekirin piştre daxuyaniyeke berfireh wê were dayin.’’