BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk careke din Nisêbîn bomebaran kirin

Artêşa Tirk ku nikare berxwedana li Nisêbînê têk bibe, vê sibehê dîsa bajar bombebaran kirin.

Artêşa Tirk ku nikare berxwedana li Nisêbînê têk bibe, vê sibehê dîsa bajar bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Tirk vê sibê saet derdora 09.00'an de careke din navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bombebaran kirin. Dengê bombebaranê ji Qamişloyê jî hate bihîstin û piştî bombebaranê toz û dûxan ji asîmanê navçeyê bilind bû. 

Li Nisêbînê berxwedana li hemberî êrîşên tevkujiyê 72 roj in didome û hêzên şer ên hikumeta AKP'ê ku nikarin berxwedanê bişkînin serî li çekên giran û qedexe didin. Hatibû diyar kirin ku di hefteyên dawî de hêzên dewletê li navçeyê bombeyên qazanê û çekên kimyewî bikar tînin. 

Ji ber ku hêzên dewletê li navçeyê windahiyên mezin didin, Serfermandarê Artêşa Tirk jî di nav de gelek rayedarên leşkerî û siyasî ji bo moralê bidin hêzên şer li ser hev tên navçeyê lê dîsa jî rewşa şer a li navçeyê naguhere.