BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk bombe li cih û warên sivîlan barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk, duh bi şev saet di 22:45'an de, bombe li herêma Kortekê ya Qendîlê barandin. Bomberdûman li gundên sivîlan hat kirin.

Bomberdûman li rêyeke gundiyan a li pêşiya Qendîlê û li xeta eletrîkê ya li bajarokê Sengeserê hat kirin. Ji ber bomberdûmanê, elektrîka 30 gundan qut bû.

Gelê Qendîlê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û diyar kir, ew ê serî li ber van êrîşan netewînin.

Şêniyên Qendîlê, li dijî êrîşa hewayî duh daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û gotibûn, ew ê herêmê neterikînin.