Balafirên şer ên Tirk bejahiya Masîro û Garê bombe dikin

Balafirên şer ên Tirk ji saet 20.10’an ve bejahiyên Masîro û Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bombe dikin.

Balafirên şer ên Tirk ji saet 20.10’an ve bejahiyên Masîro û Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bombe dikin.

Piştî çalakiya duh li hemberî bargehên Qereqola Ortaklar a li gundê Bêsosin ê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê artêşa Tirk operasyon dabû destpêkirin, di vê çarçoveyê de balafirên şer li herêmê dan.

Bejahiyên gundên Masîro, Gorbadîna, Çiyayê Panê û Garê ku ji duh ve bi top û obusan tên bombekirin, îşev saet ji 20.10’an û şûn de jî careke din bi balafirên şer tên bombekirin.

Li ser herêmên navborî bomberdûmana hewayî dewam dike, her wiha ji 3. Yekîneya Topavêjên Komandoyên Çiyê jî bi navber top tên avêtin.

Dengên teqînan ji navenda Geverê tên bihîstin.