Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîl bomberdûman dikin

Balafirên şer ên artêşa Tirk li Qendîlê jîngehên welatiyan bomberdûman dikin

Îro ji saet 13:30 û vir ve balafirên şer ên Tirk li ser herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê, digeriyan, jîngehên welatiyan bi bombeyên kazanan ve bomberdûman dike.

Li gorê agahiyên çavkaniyên heremê hatine destxistin, balafirên şer herema di navbera gundên Zergelê û Pirdeşalê de bomberdûman dikin. Bomberdûman ev seateke didome û balafirên keşfê jî li ser heremê digerin.

Heta niha li heremê agahiyên zelal derbarê windahiyan nehatin destxistin.