BI DÎMEN

Bajarokê El Kerama yê Reqayê ji DAIŞ'ê tê paqijkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, beşeke mezin a bajarokê El Kerama yê li rojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di çarçoveya qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê de her bi pêş ve diçin, operasyonên xwe yên ji bo paqijkirina gundên li derdora Reqayê didomînin.

Hat ragihandin, beşeke mezin a bajarokê El Kerama, ku bi 20 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye, ji çeteyan hatiye paqijkirin. Bajarokê El Kerama yek ji navendên girîng ên DAIŞ'ê yên li Reqayê ye. DAIŞ'ê ev herêm ji xwe re weke navendekê ji bo êrîşên li dijî QSD'ê bi kar danî.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser operasyona bajarokê El Kerama de dîmenek weşand û di vî dîmenî de tê dîtin bê şervan çawa derbasî nava bajarok dibin û herêmê ji çeteyan paqij dikin. Di heman demê de ji dîmenan tê fêhmkirin, bê çeteyên DAIŞ'ê li aliyê Bîr Hebayê jî li pêşberî şervanên QSD'ê çiqasî qels bûne.