Bajarê li benda azadiyê ye: Reqqa

Bajarê Reqqa ku nîvê wê çol e û nifûsa xwe bi qasî 200 hezar e, ji aliyê gelek mirovan ve piştî sala 2014'an dema ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, hat bihîstin.

Bajarê Reqqa yê li qiraxa Çemê Firatê li bakurê Sûriyeyê ye, 160 kîlometre li rojavayê Helebê ye. Li gorî serjimartina fermî ya sala 2004'an nifûsa bajêr 220.488 bû, li gorî serjimartina sala 2008'an jî 191.784 kes bû. Lê belê bi destpêkirina şerê navxweyî yên li Sûriyeyê re koçberiya ji bajêr destpê kir.

Reqqa di navbera salên 2011-2014'an de ji aliyê komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ve hat dagirkirin. Di sala 2014'an de jî çeteyên DAIŞ'ê ev çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ji bajêr derxistin û bajar dagir kirin.

GIRÎNGIYA REQQAYÊ

Reqqa li bakurrojhilatê Sûriyeyê ye. Li cihekî stratejîk e ku rêyên bazirganiyê yên navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Mûsil û Bexdayê bi hev ve girê dide.

Guhertina herî mezin a li Reqqayê çêbû, di salên 1970'î de pêk hat. Li nêzî bajêr, li ser Çemê Firatê bendaveke mezin a hîdroelektrîk hat avakirin. Projeyên mezin ên li herêmê, bi deh hezaran kesên ji bajarên din ên Sûriyeyê kişand Reqqayê.

Bêguman vê yekê, demografiya bajêr û herêmê guherand. Li rojhilatê vî bajarê nîvê wê çol e, rêya ber bi Iraqê ve heye. Çeteyên DAIŞ'ê, ji ber vê yekê ev der qaşo weke paytexta xwe hilbijartin e.

LI REQQAYÊ JIYANA BERÎ Û PIŞTÎ DAIŞ'Ê

Li Sûriyeyê, beriya destpêkirina şerê navxweyî li Reqqayê zanîngeheke taybet û dibistanên dewletê li Reqqayê hebûn. Jiyana li bajêr li gorî welatên din ên Ereb hinekî cuda bû.

Şêniyên bajêr, di mehên havînê de heta derengiya şevê li kolanan diman, park ziyaret dikirin, diçûn kafeyan, mirovan xwarina xwe ya êvarê jin û mêr bi hev re li restorantan dixwarin. Jin û mêr bi hev re diçûn cihên şahiyê. Di xwepêşandanên li dijî rejîma Esad de jî jin û mêr bi hev re amade bûn.

Lê belê piştî destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011'an, dema çeteyên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ketin nava vî bajarî, jiyan guherî. Di navbera salên 2011-2014'an de 'pîvanê şerî' li vê derê serdest bûn.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst di sala 2014'an de kontrola bajêr xistin destê xwe, rewşa li Reqqayê hîn bêhtir guherî û ber bi karakterekî 'Îslamiya tund' ve çû. Bajar êdî li hemberî tevahiya cîhanê veguherî gefekê. Ji bo cîhadîstên li gelemperiya cîhanê û çeteyan bû mîna 'Hec'ê.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajar bi temamî dagir kirin, bi gelê herêmê û xebatkarên berê yên hikûmetê ve li gorî xwe 'sîstem'ek ava kir. Di çarçoveya vê sîstemê de li gorî qanûnên xwe yên şerî dadgeh çêkirin.

Li Reqqa ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rabûna li ber van pêkanînan an jî protestokirina van, nepêkan e. Lîsteya cezakirinê ya çeteyên DAIŞ'ê têra xwe dirêj e. Çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavên gel serê mirovan jê dikin, îşkenceyê, recm û îdaman dikin.

Ji ber vê yekê, mirovên li bajêr man e, ji ber xwarin, derfetên mayînê, xwe li gorî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê eyar kirin. Lê belê di dema dawî de ji ber bomberdûmana koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA û bobmerdûmana hewayî ya Rûsyayê, çavkaniyên enerjî û avê hatin tinekirin, jiyana ji bo sivîlan gelekî zehmet bû.

Mînak; ji ber ku gelek navend û parzûngehên petrolê hatine bombekirin, sotemenî nayê peydakirin.

DI BIN DAGIRKERIYA DAIŞ'Ê DE JIYANA JINÊ

Nêzîkatiya li hemberî jinê ya li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, kêm caran di çapemeniyê de xuya kir. Jinên li herêmên ji aliyê şervanên YPG/YPJ û hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin, nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê a li hemberî jinê raxistin pêş çavan.

Jinên ciwan an jî jin, eger li cem wan xizmekî wan ê bi emr (bav, kek an jî hevjîn) nebe, destûr nayê dayîn ji malê derkevin. Jin neçarin temamiya bedena xwe bi paçê reş bipêç e. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha li Reqqayê, tûgayên ku jinan kontrol dikin, ava kirine.

Kişandina cixareyê qedexe ye û eger yek bikişîne bi lêdana qemçî tê cezakirin. Her wiha hemû mêr neçar in di nava rojê de di saetên nimêjê de biçin mizgeftê.

Di telefona destan a kesekî de wêneyê jinekê hebe, cezayê 30 qemçiyan li wan tê birîn. Temaşekirina li maçên futbolê qedexe ye.

Hevjînên endamekî DAIŞ'ê yê hatibe kuştin, bi endamekî din ê DAIŞ'ê didin zewicandin. Ji ber ku zewac zêde dewam nake, anîna zarokan jî kêm e. Jin bi giranî weke koleyên sexê tên bikaranîn.