Bajarê ku neket: Kobanê -IIl

Di şeva 14-15’ê Îlona 2014’an li Kobanê çi qewimî? El Nûsra û DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk du salan êrîşên xwe li dijî sînorên Kobanê domandin.

Êrîşa yekem a li hemberî Kobanê ne êrîşa DAÎŞ’ê bû. El Nûsra di sala 2012’an de êrîş kiribû. Di 8’ê Mijdara 2012’an de çeteyên El Nûsra û Guraba El Şam ji deriyê sînor ê Tirkiyeyê êrîşî Serêkaniyê kirin. Di van êrîşan de tevahiya herêma navbera Til Temir-Serêkaniyê û Kobanê-Serêkaniyê hate dagirkirin.

MÎT'ê di 18'ê Tîrmeha 2013'an de ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê 4 wesayîtên cebilxane barkirî ji çeteyên El Qaîdeyê re şand. Çeteyan bi van cebilxaneyan êrîşî tax û gundên Girê Spî kirin. Piştî du rojan di 20’ê Tîrmehê de êrîşî rojhilatê Kobanê kirin. Dewleta Tirk bi sedan endamên El Nûsra yên ji kampên perwerdeyê yên li ser xeta sînor ava kiribû derbasî Girê Spî û bi hezaran çeteyên ji Reqayê derbasî herêmê kirin. Bi vî rengî xwestin Kobanê dorpêç bikin û di 4'ê Tebaxa 2012'an de dest bi êrîşan li rojavayê Kobanê kirin. Di êrîşên li ser rojavayê herêma Şêxler a Kobanê de ku şer û pevçûnên dijwar diqewimin, piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re zêdetir bû.

DERBASBÛNA DAÎŞÊ Û ÊRÎŞÊ ADARA 2014’AN

Çeteyên li herêma Şêxler a Kobanê jî weke gelek herêmên din ên Sûriyeyê, dema ku li hev ketin, DAÎŞ xistin dewrê. DAÎŞ’ê di Adara 2014’an de Minbicê dagir kir û êrîşî Sirîn a li başûrê Kobanê û Şêxler a rojavayê herêmê kir. Ev êrîş bi berxwedana şervanên YPG’ê û gel hate astengkirin.

Piştî dagirkirina Mûsil û Şengalê DAÎŞ derbasî Sûriyeyê bû û di demeke kurt de Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrezor, Cerablûs û Girê Spî dagir kir. Hema hema ji sedî 50’ê Sûriyeyê dagirkiribû û bi pêş ve diçû. Kesekî ku rê li ber vê pêşketinê bigire tune bû, yan jî kesî nedixwest bisekine. Mîna ewrekî reş her derî digirt. Piştî ku balafirgeha Tebqayê ket destê DAÎŞ’ê û serjêkirina 300 leşkerên rejîmê, tirseke mezin li herêmê çêkir. Gelek kes li ber DAÎŞ’ê serî tewandin û gelekî jî nekarîn li ber xwe bidin reviyan. Lê Kobanê destûr neda ku ew ewrê tarî derbas bibe, li ber xwe da û nîşanî her kesî da ku têkoşîn gengaz e.

DI MEHA HEZÎRAN Û TÎRMEHÊ DE JÎ HEWL DAN

DAÎŞ a ku di êrîşên sê alî yên li hemberî Kobanê yên di Adara 2014'an de têk çû, di Hezîrana 2014'an de careke din êrîş kir. Şervanên YPG’ê û gelê herêmê careke din li ber xwe dan û rê nedan. Di 2’ê Tîrmeha 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundên Zormixar, Zubeyde û Diblê yên li rojavayê Kobanê û derdora Çemê Firatê kirin, her wiha êrîşî gundên Evdiko, Ebû Sirê, Kunheftar û gelek gundên li rojhilat û başûrê bajêr kirin. Dewleta Tirk jî destek da êrîşa li ser van gundên li ser xeta sînor. Cebilxane û çete hatin veguhestin, çeteyên birîndar jî ji bo dermankirinê birin Tirkiyeyê.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û BALAFIRÊN BÊ MIROV XISTIN DEWRÊ

DAÎŞ'ê vê carê li Kobanê ku di 12'ê Îlona 2014'an de nekarî pêşde biçe, çekên kîmyewî bikar anî. Di êrîşa bi çekên kîmyewî ya li ser gundê Evdiko de 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd bûn. Dewleta Tirk bi Balafirên Bêmirov ên li herêmê liv û tevgera şervanên ku li herêmê li ber xwe didin dişopand û agahî ji çeteyan re dibir.

ŞEVA 14-15’Ê ÎLONÊ

DAÎŞ’ê bi êrîşên di mehên Adar, Hezîran û Tîrmehê de nekarî bigihêje hedefên xwe, bi teşwîq û piştgiriya dewleta Tirk amadekariyên êrîşeke berfireh kir. Vê carê êrîş hinekî cuda bû. Çeteyên DAÎŞ'ê ku du caran bêhêvî bûn, şeva 14-15'ê Îlonê bi gelek tank, top û çekên giran ên ku di dema dagirkirina Mûsilê de ji artêşa Iraqê wergirtin, dest bi êrîşa li ser gundê Serzûrî yê Kobanê kir. Di heman demê de êrîşî gundên Nebo, Qizelî, Bîrkêtkê hwd. gelek gundên din ên Kobanê kir.

Gundê Dinayîk ê stratejîk ê li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin. Di 15’ê Îlonê de êrîşî Xerûs, Kunheftar, Aşmê, Zêrik, Talik, Cade û çend gundên din kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê di bin çavdêriya leşker û personelên MÎT'ê de ji sînorê Tirkiyeyê ku têlên sînor hatin rakirin, bi wesayîtên cebilxane barkirî derbasî gundên sînor bûn. Bi van êrîşên ji sê alî ve dihat plankirin ku di nava çend rojan de Kobanê bi temamî were dagirkirin.

SERZÛRÎ RÊ NEDA KU DERBAS BIBIN

Tevî êrîşên bi çekên giran ên di şeva 14-15'ê Îlona 2014'an de jî destûr nehat dayîn ku çeteyên DAÎŞ'ê derbas bibin. Li wir 12 fedaîyên gelê Kurd hebûn. Bi çekên ferdî li hemberî tankan li ber xwe dan. Li gund 7 şervan hebûn, dest bi berxwedanê kirin. Piştre sê şervanên din jî ji bo anîna cebilxaneyê tevlî vê berxwedana mezin bûn. Du şervanên din jî ji bo tevlî vê berxwedana mezin bibin derketin rê. Tevî êrîşên dijwar û bomberdûmanan, şervanekî xwe gihandiye wê derê, şervanê din jî dema hewl dida cebilxaneyan bigihîne eniyan şehîd bû. Di vê berxwedana ku 36 saetan dom kir de, rûpela yekemîn a serkeftina li dijî DAÎŞ’ê hate nivîsandin.